Ji bo hevdîtinê malbatan serlêdan kir

Malbatên rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din, ji bo ku biçine Îmraliyê serî li serdozgeriya dewleta Tirk da.

Ji bo hevdîtinê malbatan serlêdan kir
27 kanûn, 2019   09:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Birayê rêber Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasîsê wî Mazlûm Dînç ji bo ku biçine Îmraliyê û hevdîtinê bi wî re pêk bînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ya dewleta Tirk da.

Her wiha malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamilî Yildirim û Polat Yildirim jî bi rêya parêzeran ji bo hevdîtinê serlêdan kir.

Ji 12'ê Tebaxê û vir ve dewleta Tirk bi rengekî kêfî serlêdanan qebûl nake.