Xebatên Şaredariya Kobanê

Şaredariya Gel a kantona Kobanê bi hatin zivistanê re dest bi sererastkirina 4 çarxeriyan li navenda taxên bajêr kiriye. Tevî xebatên xizmetguzarî û projeyên din.

Xebatên Şaredariya Kobanê
Xebatên Şaredariya Kobanê
Xebatên Şaredariya Kobanê
Xebatên Şaredariya Kobanê
Xebatên Şaredariya Kobanê
27 kanûn, 2019   08:11
KOBANÊ-SEMÊR OSMAN

Şaredariya Gel a Kobanê di havînê de rêzeprojeyên xizmetguzarî pêşkêş kirin. Di nav de xebatên ziftkirina kolanên bajêr tevî xebatên dirêjkirina toreyên kanalîsazyonê.

Her wiha Şaredariya Kobanê û şaredariyên bajarokên girêdayî wê, bi hezaran metere rêyan çi bi madeya isfelt an jî bi kevirê spî sererast kirin. Tevî restorekirina rêyên sereke mîna rêya navdewletî M4 û rêya Kobanê û Şiyûx.

Bi hatina zivistanê re Şaredariya Gel a kantona Kobanê dest bi xebatên xizmetguzarî yên girîng kiriye. Vê carê çarexeriyên bajêr kiriye hedef. Şaredarî bi koordîneya Desteya Rêveberiya Herêmî û Hawîrdorê dest bi sererastkirina 3 çarxeriyan û guhertina çarxeriyek din ew jî Qada Jina Azad e kiriye.

Yekemîn wan projeyan Birc El-Saa ye. Ya ku dikeve Kolana 24 li başûrê Qada Jina Azad. Tevî sererastkirina kolanê û peyarên her du aliyên kolanê.

Birc El-Saa wê bi dirêjahiya 24 m û ji jêr ve bi firehiya 5 m2, wê heya jor wek teşeya pîramîd dirêj bibe.

Her wiha Desteya Rêveberiya Herêmî bi hevkariya Desteya Çand û Hunerê çavdêriya çarxeriya Kurê Erdiyê dike. Ji mehekê ve dest bi vê projeyê hatiye kirin. Ev çarxerê li ser rêya Şer li ber qutbûna ku her du kolanên 48 û firina otomatîk bi hev girê dide ye.

Li rex wan projeyan, şaredarî hewl dide bi lez projeya çarxeriya Qada Azadiyê xilas bike. Piştî ku projeya kanalisazyona lehiyan bidawî kir. Ev çarxerê ji ber lehiyan hilweşî.

Tevî wê jî şaredariya di Sêşema derbasbûyî de dest bi xebatên veguhestina peykara Jina Azad ber bi aliyê bakur ve bi 10 m li navenda Kolana 48 kiriye. Ji bo ku teşeya wê hevseng bibe.

Peykara Jina Azad di Adara 2016`an de hate danîn. Bi merasîmek girseyî hate vekirin. Her wiha Desteya Çand û Hunerê bi hevkariya Şaredariya Kobanê di havîna îsal de xebatên xweşikkirina peykarê meşandin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/X6jqriIvZP0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>