Rêveberiya kampa Holê jineke êzidî radestî Mala Êzidiyan kir

​​​​​​​Rêveberiya kampa Holê keçeke êzidî ku ji Şengalê ye, radestî meclisa Mala Êzidiyan a kantona Cizîrê kir.

Rêveberiya kampa Holê jineke êzidî radestî Mala Êzidiyan kir
27 kanûn, 2019   08:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Çeteyên DAIŞ`ê 3`yê Tebaxa 2014`an êrişî qezaya Şengalê ya Başûrê Kurdistanê kir. Di êrişê de çeteyan li dijî êzidiyan komkujî pêk anî, zêdetirî 5 hezar keç û jinên êzidî revandin û ber bi herêmên li Iraq û Sûriyê yên di bin dagirkeriya wan de, birin.

Di hemleyên tunekirina çeteyên DAIŞ`ê de QSD`ê bi sedan êzidî rizgar kirin. QSD`ê bi rêya desteya jinên û meclisa Mala Êzidiyan ew gihandin malbatên wan ên li Şengalê.

Rêveberiya kampa Holê ya taybet bi malbatên çeteyên DAIŞ`ê keça êzidî Mehwer Semîr Reşo ku ji gundê Herdan ê Şengalê ye, piştî ku hate naskirin, radestî meclisa Mala Êzidiyan a kantona Cizîrê kir.

Mehwer piştî rizgarkirina gundê Baxor baregeha dawîn a çeteyan li gundewarên Dêrazorê û piştî ku ji aliyê rêveberiya kampê ve hat naskirin, vegerîbû kampê.

Mala Êzidiyan piştî ku jinên êzidî werdigire bi meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê re dikeve nava têkiliyê da ku wan bigihînin malbatên wan. Li gorî serjimariyê ku meclisê heta niha zêdeyî 53 jinên êzidî radestî malbatên wan kirine.

(bx)