Çeteyên Tirkiyê nahêlin şênî vegerin warên xwe

Dewleta Tirk a dagirker hewl dide demografiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê biguhere. Di vê çarçoveyê de çeteyên dewleta Tirk nahêlin şêniyên dagirkirî vegerin malên xwe.

Çeteyên Tirkiyê nahêlin şênî vegerin warên xwe
Çeteyên Tirkiyê nahêlin şênî vegerin warên xwe
Çeteyên Tirkiyê nahêlin şênî vegerin warên xwe
27 kanûn, 2019   07:13
HESEKÊ-HENAR IBRAHÎM

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hîna berdwam in. di encama wan êrişan de bi sedan sivîl şehîd û birîndar bûn. Tevî ku zêdetirî 300 hezar kes jî ji warên xwe hatine koçberkirin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên bi navê "Artêşa Watanî ya Sûrî", di êrişan de bi dehan komkujî pêk anîn. Di nav de bûyera qetilkirina sekretera giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê û kadroya Heyva Sor a Kurd. Her wiha 478 kes di encama êrişan û komkujiyan de şehîd bûn û hezar û 70 sivîlên din jî birîndar bûn.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê binpêkirinên mîna çeteyên DAIŞ û El-Nusra pêk tînin. Ji ber ku gelek bermahiyên çeteyên DAIŞ û  El-Nusra di nav refên wan çeteyan de ne.

Piştî ku çeteyan bajarên Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin. Hewl didin şêniyan bixapînin û nûçeyên derew girêdayî ewlehiya ku li herêmên dagirkirî, belav dikin.

Şêniya bi navê Xedîce Misbah El-Emîn ji koçberên gundê El-Erbaîn ê girêdayî Serêkaniyê ye got: "Çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker gelek binpêkirin li dijî şêniyên gund pêk tînin. Çeteyan karmendek kehrebeyê li gund fetisand."

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê binpêkirinên xwe li Efrînê li Serêkaniyê û Girê Spî dubare dikin. Sivîlan bi tewanên nerast tewan bar dikin ji bo ku bigirin an jî fîdyayan ji malbatên wan bixwazin.

Xedîce di vî warî de got: "Komek bi nav "Artêşa Watanî ya Sûrî" hat mala me. Hevserê min bi tewana ku birayên wî mayîn li gund diçînin tewan bar kir."

Xedîce wiha domand: "Çeteyan derî û pencereyên mala me şikandin. Bi hebûna çekan me tewanbar kirin. Hevserê min tehdîd kirin eger ji mal dernekev. Piştre mala me topbaran kir û em ber bi Hesekê ve koçber bûn."

Xedîce destnîşan kir ku ew piştî ji mal hatine derxistin, komek çeteyan mala wê talan kirine û 6 çêlên ku li mal bûn û jêdera quta wan bûn dizîne.

Dema Xedîce dibihîze ku çeteyan milkên wan talan dikin dixwaze veger. Lê careke din çeteyan wê tehdîd dikin û dibêje: "Ez çûm gund ji bo ku çêlan vegerînim. Lê çeteyekî ji min re got biçe beriya Ebû Melêk bê. Ew ê te bigire û bibe Tirkiyê."

Xedîce piştî wê yekser vedigere Kampa Weşûkanî û diyar kir ku çeteyan jê re gotine ew ê tevahiya tiştên di malê de bibin. Xedîce bang li rêxistinên mirovî kir ku alîkariya wan bikin û artêşa Tirk a dagirker ji warên wan derxînin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/uuF4c4f5Flc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>