Nesredîn Îbrahîm: Bi yek helwestê em ê bi hêztir bin

Sekretêrê Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (El-Partî) Nesredîn Îbrahîm got: "Divê em hemû ji bo berjewendiyên gelê Kurd bixebitin. Bi yek helwestê em ê li hemberî êrişên ku îradeya me dike hedef, bi hêztir bin."

Nesredîn Îbrahîm: Bi yek helwestê em ê bi hêztir bin
27 kanûn, 2019   06:12
QAMIŞLO – ŞÎNDA EKREM – EHMED SEMÎR

Sekretêrê Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (El-Partî) Nesredîn Îbrahîm têkildarî însyatîfa QSD‘ê ya yekîtiya Kurd ji ANHA‘yê re axivî.

Piştî êrişên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê fermandarên Giştî yê QSD‘ê Mazlûm Ebdî mûbadereyek ji bo yekîtiya Kurdan da destpêkirin. Li aliyekî din jî Rêveberiya Xweser daxuyaniye da, ragihand ku partiyên ENKS‘ê bê astengî dikarin xebatên xwe bidomînin û hemû tewanên li dijî fermandarên ENKS‘ê îbtal kir.

Nesredîn Îbrahîm diyar kir ku yekîtiya helwesta Kurd li Rojava girîng e û xizmeta berjewendiyên gelê Kurd dike. Îbrahîm wiha axivî: “Di vê merheleyê de hewldanên mezin ji aliyê hêz û partiyên Kurd ve ji bo yekîtiya Kurd hene. Bi yek helwestê em dikarin hêvî û mafên gelê Kurd li Sûriyê di pêşerojê de pêk bînin."

Fermandarê QSD‘ê di demên dawî de bi nûnerên gelek partiyên Kurd re civiyan. Ya herî dawî di 20‘ê kanûnê de bû bi nûnerên Partiya Demokratîk a Pêşverû ya  Kurd li Sûriyê, 5 partiyên Hevbendiya Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê û Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê re pêk hat.

Di vê der barê de sekretêrê Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê Nesredîn Îbrahîm bang li tevahî partî û hêzên kurdî kir bi rihekê netewî ji bo xizmeta berjewendiyên gelê Kurd ku nêzî însyatîfa yekîtiya Kurd bibin.

Îbrahîm xebatên QSD, YPJ û YPG‘ê silav kir û got:  "Ev hêzanan niştimanî ne, xak û rûmeta gelên herêmê parast."

Nesredîn Îbrahîm got: "Divê em hemû ji bo berjewendiyên kurdî bixebitin, bi yek helwestê em ê li hemberî her êrişên ku îrade û yekîtiya me dike hedef bi hêztir bin."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/FhtMSPyWMb8" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>