ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27-12-2019

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27-12-2019
27 kanûn, 2019   05:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê werin şopandin.

-Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê dê were şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

- Li navenda Ciwanan a Şehîd Bawer a Dêrikê ji bo şehîd Sîpan Efrîn taziye tê qebûlkirin, saet 10:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Akademiya Civaka Demokratîk pêşbirekê derbarê dîroka Kurdistanê di navbera endamên saziyan de li navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido li dar dixe, saet 17:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dewleta Tirk a dagirker hewl dide demografiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê biguhere. Di vê çarçoveyê de çeteyên dewleta Tirk nahêlin şêniyên dagirkirî vegerin malên xwe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêxê eşîra Benî Esîd ê Minbicê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û hewldanên derxistina tevliheviyê di navbera pêkhateyan de banga hevgirtinê li pêkhateyan kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Di sala 2019’an de li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi tevahî merheleyeke têkoşînê ya tijî serkeftin û berxwedanê li hember DAIŞ, dewleta Tirk a dagirker û çeteyê wê pêk hat. Li rexê jî gerên dîplomatîk ên girîng di hundir û derve de bi armanca danasîna projeya nîştimanî ji gelên herêmê û cîhanê re pêk hatin. (BI WÊNE).

POLÎTÎKA

- Nesredîn Îbrahîm got: "Divê em hemû ji bo berjewendiyên kurdî bixebitin. Bi yek helwestê em ê li hemberî êrişên ku îradeya me dike hedef bi hêztir bin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Serok êla El-Benî Sebaa teqez kir ew ê axa xwe biparêzin û ciwanên xwe tev li nav refên Hêzên Sûriya Demokratîk bikin. Her wiha diyar kir ku ew lîstokên rejîma Sûriyê qebûl nakin û wek êlên ereb bi Hêzên Sûriya Demokratîk re hevgirtî ne ji ber ku ew ciwanên wan in. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Jinên ji pêkhateya Suryan diyar kirin ku êrişên Tirkiyê yên domdar li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewama komkujiyên împaratoriya Osmanî ne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

- Ev du salin ku dewleta Tirk a dagirker kantona Efrînê dagir kiriye. Her ku diçe êş û azarên koçberiyê û zilma dewleta Tirk berdewam e. Zaroka bi navê Rewşen jî bi wênesaziyê êşa xwe rave dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

- Jinên ciwan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kirin ku ne tenê bi awayekî leşkerî mirov dikare li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker liberxwe bide û wiha got: “Lê belê bi tevlibûna akademiyên zanistî. Ji bo ku nas bikin çawa çand û zimanê xwe biparêzin. Em bi Hêzên Sûriya Demokratîk bawer in ji ber ku hêza tekane ye ku me diparêze.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Şaredariya Gel a kantona Kobanê bi hatin zivistanê re dest bi sererastkirina 4 çarxeriyan li navenda taxên bajêr kiriye. Tevî xebatên xizmetguzarî û projeyên din. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Leşkerên artêşa Tirk a dagirker bendena Abdullah Berzan ê biçûk felc kir. Malbat hemû hewldanan dike da ku wî derman bikin, lê rewşa madî ya nebaş dibe asteng. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA