Leşkerên Tirk bendena zarokekî felc kir

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker bendena Abdullah Berzan ê biçûk felc kir. Malbat hemû hewldanan dike da ku wî derman bikin, lê rewşa madî ya nebaş dibe asteng.

Leşkerên Tirk bendena zarokekî felc kir
Leşkerên Tirk bendena zarokekî felc kir
Leşkerên Tirk bendena zarokekî felc kir
Leşkerên Tirk bendena zarokekî felc kir
27 kanûn, 2019   06:00
QAMIŞLO – EHMED SEMÎR – SILAVA EBDULREHMAN

Di 20‘ê Îlona 2018‘an leşkerên arêtşa Tirk a dagirker ên li gundê Xerab Kort ê 10 km dikeve bakurê rojavayê Qamişlo komek zarok ku bi gogê dilîstin  kir hedef. Di encamê de Abdullah Berzan (13) birîndar dibe.

Malbatê Abdullah veguhestin nexweşxaneya Ferman. Ji ber rewşa wî ya giran ji aliyê Heyva Sor a Kurd ji bo Başûrê Kurdistanê hate veguhestin, lê bijîşkên li wir ji bo wî emeliyet bikin gelek pere xwestin ku malbat nedikarî peyda bike.

Ji ber ku gule bedena Abdullayê biçûk derbas kir, gelek endamên made û piştî wî sekinîn.

Gule di aliyê jêr ê zik re derbas bû û di aliyê çep re derket. Di encamê de du gulçikên wî birîndar bûn, damarê turika mîzê û du movikên hestîpiştî yên jêrîn birîndar bûn, ku ziyan gihand piştê.

Guleyekê jiyana Abdullah Berzan serûbin kir. Dayika wî di aliyê tenduristiyê de pêve mijul dibe û fîzîkî wê tedewaî dike û alîkariyê wê dike ku li ser goplan bimşe. Abdullah roja xwe bê tevger û bêyî çûna dibistanê li ser piştê di nav nivînan de derbas dike.

Dayika Abdullah, Henaa Mihemed bûyera ku kurê felc kir bi bîr tîne: "Kurê min di refa 7‘an de bû, ji dibistanê vegeriya û ji malbat derket ji bo bi zarokên gund re bilîze, lê leşkerên artêşa Tirk a dagirker bi zanebûn ew gulebaran dikin û gule di zikê wî re derbas bû."

Henaa diyar kir ku li nexweşxaneya Ferman emeliyet jê re çêkirin: "Bijîşkan gotin rewşa wî xeter e, gulçikekî wê ma û ya din ji sedî 10 ziyan dît ji ber wê me we bir Başûrê Kurdistanê. Li Başûrê Kurdistanê em 17 rojan mane bêyî ku ti kes alîkariya me bike. Ji ber  îltîhaba di laşê Abdullah de zêde bû, ji me re gotin lêçûna emeliyeta wê derdora 10 hezar dolar e. Ji ber me nedikarî peyda bike em vegeriyan."

Malbat piştî ji Başûrê Kurdistanê vedigere, bê pere emeliyeta tespîtkirina hestiyên piştê jê re çêkirn. Henaa dibêje: "Rewa Abdullah wisa ye wekî hûn dibînin ev salek û 3 meh di nav nivînan de ye."

Der barê derûniya Abdullah, dayika wê dibêje, berê wekî hevalên xwe dilîst, lê niha derûniya wî xirb e, di nav nivînan de ye nikare bilive.

Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê û Heyva Sor a Kurd ji roja yekemîn ve hewl xizmeta tenduristiyê pêşkêşî Abdullah dike û di nava 24 saetan de rewşa wî dişopîne. Desteya Tenduristiyê ya herêma Cizîrê diyar kir ku du navendên wê yek li Hesekê û ya din li Dêrikê  tedawiya fîzîkî pêşkêş Abdullah dike.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/eczdWcSh1-Q" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>