Şêniyên Helebê sersaxî da malbata şehîd Rûstem Cûdî

Bi sedan şêniyên taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya bajarê Helebê sersaxî ji malbata şehîd Rûstem Cûdî (Remzî Omer) re xwest û diyar kir ku ew ê berxwedan û têkoşîna xwe berdewam bikin.

Şêniyên Helebê sersaxî da malbata şehîd Rûstem Cûdî
Şêniyên Helebê sersaxî da malbata şehîd Rûstem Cûdî
Şêniyên Helebê sersaxî da malbata şehîd Rûstem Cûdî
Şêniyên Helebê sersaxî da malbata şehîd Rûstem Cûdî
Şêniyên Helebê sersaxî da malbata şehîd Rûstem Cûdî
26 kanûn, 2019   11:40
HELEB

Bi sedan şêniyên taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, endamên saziyên bajêr û partiyên siyasî berê xwe da konê sersaxiyê ku li beşa rojava ya taxa Şêxmeqsûd hate vedan, da ku pêşwaziya şêniyên ku sersaxî ji şervanê YPG`ê Remzî Omer (Rûstem Cûdî) ku dema bi erka xwe radibû şehîd bû, bikin.

Merasîma sersaxiyê bi rêzgirtinê dest pê kir, paşê Emel Horo bi navê Kongreya Star û Ewaş Mihemed bi navê meclisa komînên taxa Şêxmeqsûd axivîn.

Axaftvanan sersaxî ji malbata şehîd re xwest û diyar kir ku gelê Sûriyê ji bo pêkanîna destkeftiyan û parastina mafên xwe gelek qurbanî dan.

Paşê Ewaş Mihemed axivî û got projeya neteweya demokratîk çareseriya Sûriyê ye û mafê hemû gelên bindest mîsoger dike.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/LaZK4exsTvU" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>