Seferberiyeke nû li Sûriyê!.. gaveke din a mayîndekirina Osmaniyên nû

Gaveke din a dewleta Tirk ji bo vegerandina Împaratoriya Osmanî jî piştî dagirkirina axa Sûriyê, îro careke din sûcê seferberiyê pêk tîne ku hewl dide ciwanên herêmê ji bo berjewendiyên xwe bi kar bîne.

Seferberiyeke nû li Sûriyê!.. gaveke din a mayîndekirina Osmaniyên nû
26 kanûn, 2019   12:24
NAVENDA NÛÇEYA- YEHYE HEBÎB

Rayedarên partiya AKP’ê û di serî de serokê wê Recep Tayyîp Erdogan xîtaba ku mîrasê dîrokî yê xwedî armancên Osmanî, spartin xwe. Ev yek ji valahiyê nehat, lê belê di encama planekê de ku li herêmê û Rojhilata Navîn dest pê kiribû, pêk hat.

Di sala 2016`an de Erdogan behsa "tirkîbûna 12 giravên Yewnanistanê" yên li nêzî Tirkiyê li Deryaya Egeyê kir û bang kir ku peymana Lozanê ya sala 1923’yan ji nû ve di ber çavan re bê derbaskirin. Ev yek hemwextî destpêkirina şerê rizgarkirina Mûsilê bû ku piştî wê bi du hefteyan pêk hat. Beriya wê jî êrişa dewleta Tirk li ser bajarê Cerablusê û heta sînorê rojavayê Efrînê, her wiha deriyên bajarê Babê li başûr û Ezazê pêk hat. Ji bo ku piştî wê rêya ber bi Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ve dest pê bike.

Erdogan çend caran behsa peymana Lozanê kir û got "Ne serkeftin, lê belê têkçûn bû. Aliyên derve hewl da ku bi me bidin îqnakirin ku serkeftin e, lê belê ew têkçûn bû. Ev têgeh şaş e, divê em sererast bikin."

“Împaratoriya Osmanî” destên xwe dirêjî dewletên Qeter, Sûdan, Tunis û Lîbyayê kir û niha jî hewl dide ku projeya xwe bi xwîna gelê Sûriyê temam bike.

Çavkanî û dezgehên çapemeniyê diyar kir ku ji bo ku li wê derê şer bikin, dê Tirkiye çeteyên girêdayî xwe ji Sûriyê veguhêze Lîbyayê.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê wiha da zanîn: "Komên çete yên girêdayî Tirkiyê navendên qeydkirina navên kesên ku dixwazin biçin Lîbyayê û şer bikin, vekir."

Li gorî navendê li herêma Efrînê ya bakurê Helebê 4 navendên tevlêkirina şervanan di nava baregehên girêdayî çeteyên Tirkiyê; Furqeya Hemzet, Eniya Şamê, Lîwaya El-Mutesêm, Lîwaya Şemal vekirin.

Ev plan sûcê seferberiyê anku ‘seferberiya sala 1914`an’ tîne bîra mirov. Dewleta Osmanî ciwanên ji welatên ku bi darê zorê dagir kirine, kom kirin ji bo ku li dijî hêzên Brîtanyayê û hevalbendên wê bide şerkirin. Her wiha gelek belavok bi navê "cîhada pîroz" de bi rêxistin kirin.

Armanca vê propagandayê ew bû ku ciwanên dewletên di bin desthilatdara dewleta Osmanî de werin komkirin û birêxistinkirin ji bo ku beşdarî şerekî ku tu berjewendiyên wan tê de tune ye, bibin û dewleta Osmanî dûrî wî şerî bixin.

Siyaseta Tirkan a dema niha, dişibe siyaseta pêşiyên wan ên Osmanî. Lê belê dewleta Tirk îro çeteyan bi kar tîne ku xwe wek kesên dijber ên azadîxwaz bi nav kirin û piştre veguherîn alavên ku xizmeta Osmaniyên nû dikin.

(cx)

ANHA