Tevî nerazîbûnên navdewletî… Erdogan dê artêşa xwe bişîne Lîbyayê

Tevî nerazîbûnên herêmî û navdewletî ji vê gavê re, serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ragihand ku dê welatê wî hêzên xwe bişîne Lîbyayê.

Tevî nerazîbûnên navdewletî… Erdogan dê artêşa xwe bişîne Lîbyayê
26 kanûn, 2019   10:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan îro got welatê wî li ser daxwaze hikumeta Wîfaq a Lîbyayê dê hêzên xwe bişîne Lîbyayê.

Erdogan wiha got: "Li dijî artêşa Lîbyayê, em bi hemû rêbazan piştgiriya hikumeta Wîfaq dikin."

Her wiha got dê di 8`ê Çileyê de şandina hêzê ji bo Lîbyayê were erêkirin.

Der berê hevdîtina li gel serokê Tunisê duh Erdogan wiha gotibû: "Me mijara Lîbyayê bi hemû kitekitên wê nîqaş kir. Ji bo istîqrara Lîbyayê em gihîştin peymanekê ji bo pêşkêşkirina piştgiriya pêwîst ji Lîbyayê re."

Ev gava dewleta Tirk piştî civînên bi Rûsyayê re ku beriya du rojan hatibûn pêkanîn, hat. Piştî şerê devkî yê di navbera her du aliyan de, Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê ragihand ku der barê rewşa Lîbyayê de lihevkirin pêk hatiye.

Çavkanî û dezgehên çapemeniyê ragihandibû ji bo ku li wir şer bikin, dê Tirkiye çeteyan ji Sûriyê veguherîne Lîbyayê.

Peymana di navbera Tirkiye û hikumeta Wîfaq bi serokatiya Fayiz Sîrac de hatiye îmzekirin, rastî hêrseke herêmî û navdewletî hat. Her wiha meclisa dozgeriyê ya Lîbyayê tiştê ku Sîrac kiriye bi "îxaneteke mezin" bi nav kir.

(cx)

ANHA