Piştî bidawîbûna demê artêşa Lîbyayê Misratayê bombebaran dike

Balafirên Lîbyayê ji duh ve dest bi êrişên asmanî li ser bajarê Misratayê kir, ji bo amadekariya êrîşkirina wê, di demekê de ku şerekî giran li Terablûsê rû dide, piştî bidawîbûna dema ku fermandariya artêşa Lîbyayê ji bo vekişandina çekdaran diyar kir.

Piştî bidawîbûna demê artêşa Lîbyayê Misratayê bombebaran dike
26 kanûn, 2019   09:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda ragihandinê ya çalakiyên artêşa Lîbyayê li ser Facebookê diyar kir ku balafiran navendên fermandariyê, depoyên çekan li navenda bajêr û cihên çekdaran li Misratayê li derdora bajarê Sert kirin hedef.

Beriya niha berdevkê artêşa Lîbyayê Ehmed Mismarî soz da ku eger hêzên bajêr ji Terablûs û Sertê venekişin, dê Misratayê bombebaran bikin.

Yekîneyên leşkerî yên artêşa Lîbyayê gelek herêm û taxên li Terablûsê kontrol kirin, di demekê de ku xurtkirina aliyê leşkerî li ser sînorê paytextê pêk tê da ku dest bi êrişê bikin û derbasî paytextê bibin.

Tugaya 166’an a girêdayî artêşa nîştimanî ya Lîbyayê taxa El-Zihûr li Terablûsê kontrol kir, yekîneyên leşkerî li taxê geriyan, piştî ku kontrol kirin, her wiha artêşê avahiya pasaportan li herêma Selahdîn li Terablûsê jî piştî şerekî giran kontrol kir.

Li Lîbyayê şerekî herêmî û navneteweyî rû dide, ew yek di encama hewldanên Tirkiyê de pêk tê û desteka komên çekdar bike, her wiha piştî hevpeymanên ku bi hikumeta El-Wîfaq re îmze kirin.