Şêniyên Dêrikê banga xistina"Artêşa Wetenî ya Sûrî" di lîsteya terorê de kirin

Pêkhateyên herêma Dêrikê banga xistina"Artêşa Wetenî ya Sûrî"di lîsteya terorê de kirin.

Şêniyên Dêrikê banga xistina"Artêşa Wetenî ya Sûrî" di lîsteya terorê de kirin
26 kanûn, 2019   06:45
QAMIŞLO-ÎSAM ABDULLAH

Faşîzma Tirkiyê çeteyên bi navên"Artêşa Wetenî ya Sûrî"ji çeteyên Cebhet El-Nusra û DAIŞ`ê û bi serpereştiya îstixbarat Tirkiyê ava kir. Dewleta Tirk çeteyan bi armanca pêkanîna armancên xwe yên dagirkirina herêmên Sûriyê perwerde dike.

Di vê mijarê de ajansa me hevdîtin bi pêkhateyên Dêrikê re çêkir.

Welatiyê bi navê Mihemed Abulrehîm wiha got: “Artêşa Wetenî ya Sûrî berdewamiya çeteyan DAIŞ û Nusra ne. Ji ber ku di cewherê xwe de xizmeta ajandeyên derve û dewleta faşîst a Tirkiyê dike. Da ku herêmên Sûriyê dagir bikin û ev jî nîşana sûcên li dijî herêmên Bakur û Rojilatê Sûriyê û gelên herêmê ye.”

Abdulrehîm wiha pê de çû: “Çeteyên bi navên"Artêşa Wetenî ya Sûrî"îdaîya hilweşandina rejîmê û misogeriya jiyaneke azad ji gelên Sûriyê dikin. Lê di rastiya xwe de talankirin, dizî û koçberkirina gelên sivîl derxistin pêş.”

Abdulrehîm wiha li axaftina xwe zêde kir: “Dewleta Tirk van koman bi îdîayan cuda perwerde dike, ji ber dîroka Tirkiya faşîst diyar e û di hewldanên dagirkirina herêmên Sûriyê de derdikeve holê.”

Ebullrehîm îşaret bi sûcên Tirkiya faşîst li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nexasim li dijî Serêkaniyê û Girê Spî pêk anîye kir. Ebdullrehîm got: “Dewleta Tirkiyê mal û milkên şerêniyan talan kir. Cenazeyên şervanan xerab kir û sivîl koçber kirin. Ev jî isbata fikirê DAIŞ`iyan e  û"Artêşa Wetenî ya Sûrî"jî heman rêbaz e.”

Abdullrehîm wiha li axaftina xwe zêde kir: “"Artêşa Wetenî ya Sûrî" ji berdêla Tirkiyê xaka xwe dagir dike û li gorî pereyên ku ji wan re were pêşkêşkirin ber bi herêmên ku Tirkiyê wan rê dike, diçin. Nexasim ku beramberî dolaran ber bi Lîbayayê ve diçûn, lewma em dibêjin, ew çete ne, nûnertiya gelên Sûrî nakin û xizmeta Erdogan dikin.”

Abdulrehîm hêza yesayî ya ku nûnertiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, QSD`ê ne û parastina yekîtiya xaka Sûriyê dikin, li gel ku di oxira rizgarkirina herêmê de berdêl dan.

Abdulrehîm di dawiya axaftina xwe de bang li rêxistinên navdewletî û mafên mirovan kir, ku"Artêşa Wetenî ya Sûrî"bixin lîsteya terorê de.

Her wiha welatiya bi navê Dîlber Elî axivî û got: “Kiryarên"Artêşa Wetenî ya Sûrî"li dijî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê her wiha li dijî bajarên Sûriyê, isbata sûcên dermirovî dike.”

Dîlber wiha li axaftina xwe zêde kir, armanca van koman talankirin û wêrankirin û nûnetiya gelên Sûriyê nakin, li gel ku Tirkiya faşîst wan li gorî berjewendiyên xwe diherikîne, lewma heke Tirkiyê bixwaze dê ber bi Lîbyayê jî biçin.

 

Di dawiyê de Dîlber bang li rêxistinên navdewletî kir ku"Artêşa Wetenî ya Sûrî"bixin lîsteya terorê.

Welatiyê bi navê Xidir Şemam ku ji pêkhateya Ereb e wiha parve dike: “Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser destên"Artêşa Wetenî ya Sûrî"gelek zehmetî dîtin. Ji ber ku di rastiya xwe de ne gelên sûrî ne û girêdayî Erdogan û îstixbarata Tirkiyê ne.”

Şemam wiha li axaftina xwe zêde kir, çeteyên bi navên"Artêşa Wetenî ya Sûrî"ne artêşa talankirin û wêrankirina malên sivîlan e û mînaka wê jî Serêkaniyê, Efrîn û Girê Spî ye.

Şemşam di dawiyê de bang li dewletên navdewletî, NY`yê û rêxistinên mafên mirovan kir ku"Artêşa Wetenî ya Sûrî"bixin lîsteya terorê de.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/cLx1p8C3EWo" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>