​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26-12-2019`AN

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26-12-2019`AN
26 kanûn, 2019   05:00

-Şopandina bûyerên li herêmên  Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

-Şopandina qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê.

-Şopandina çalakiyên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê lidar dikevin.

-Şêniyên Girkê Legê û Dêrikê cenazeyê şehîd Sîpan Efrîn ê ku di encama kirîza dil de şehîd bûye li Goristana Şehîd Xebat Dêrik oxir dikin saet 11:00`an.

-Pêkhateyên herêma Dêrikê banga xistina"Artêşa Wetenî ya Sûrî"di lîsteya terorê de kirin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

DOSYA

-Sala 2019`an bi geşedan û guherînên ku gelek binpêkirin li dijî gelan, bi taybet jî li Rojhilata Navîn pêk hatin, dagirtî bû. Şerê berjewendiyan li ser dîmena giştî serwer bû û gel li dijî desthilatên welatên xwe, rabûn serhildanê.(BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

-Şêxê eşîra Seda El-Tifêhîn diyar kir ku ew hewldanên ku dixwazin Rêveberiya Xweser wek alîgirên parçebûnê dibînin, red dikin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Mudîrê Navenda Kurdên Sînor nenas Kadar Pîrê piştrast kir ku daxuyaniyên Welîd Mualim diyar kir ku piştî civîna wan a li Moskovê, danûstandinên wan bi Rêveberiya Xweser sekinîne û ev jî tenê ji bo Tirkiyê razî bike.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Lêkolînerê siyasî û rojnamevanê sûrî Melêk El-Hafiz teqez kir ku êrişên dawîn li ser Idlibê di çarçoveya lihevkirina Moskova û Enqereyê de pêk tê. Her wiha dibîne ku di dema niha de ne pêkane lihevkirinek di navbera Rûsya û Tirkiyê de pêk were bi taybet li gel hebûna hêzên amerîkî li rojhilatê Sûriyê.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Siyasetmedar û rewşebîran bang li partiyên kurdî kirin ku kedên bêtir ji bo yekrêziya refa kurdî bidin. Ji bo ku li hember xeteriyên li dijî hebûna gelê kurd bisekinin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

CÎHAN

-Şîrovekar û lêkolînerê siyasî dîtin ku tevgerên Tirkiyê li herêmê ber bi çarçoveyek xetertir ve diçin. Her wiha teqez kirin ku Rejîma Tirkiyê ji ber siyasetên xwe yên dijbe û wêrankirî li herêmê ye li ser rêya hilweşînê ye.(BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

-Êş û azarên koçberan zêd dibe û rêxistinên navdewletî alîkariya koçberan di dermanan de nakin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA