Êşa koçberên li kampê

Êş û azarên koçberan zêde dibin û rêxistinên navdewletî alîkariya koçberan di dermanan de nakin.

Êşa koçberên li kampê
Êşa koçberên li kampê
Êşa koçberên li kampê
Êşa koçberên li kampê
26 kanûn, 2019   07:20
HESEKÊ - HENAR ÎBRARHÎM

Di 9’ê Cotmehê de artêşa Tirk û çeteyên xwe yên bi navên"Artêşa Wetenî ya Sûrî"li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê êriş pêk anîn.

Di encama êrişan de nêzî 300 hezar sivîl ji herêma Serêkaniyê ya herêma Cizîrê û kantona Girê Spî ya herêma Firatê koçber bûn.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê da ku rê li pêşiya karasatê bigire, li bajarê Hesekê bêhtirî 64 dibistan ji koçberan re veqetand. Her wiha li rojavayê bajarê Hesekê kampa Waşokanî vekirin û niha zêdetirî 5 hezar û 700 koçber lê bicihbûne.

Tevî ku serjimariyeke rast çênebûye lê belê bi sedan koçber nexweş in û rêxistinên mirovî û navdewletî alîkariya koçberan nakin û kar û barên koçberan dikeve ser milên Heyva Sor a Kurd û çend rêxistinên alîkar ên herêmê.

 

Koçberê bi navê Abdulselam Mihemed(50) ku ji gundê Deşîşê ya herêma Serêkaniyê ye wiha rewşê parve dike: “Ji ber êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê em ji gundên xwe derketin. Li gel ku gundê Deşîşê zêde nêzî nuqteyên şer bû.”

Mihemed êşa Multiple Sclerosis dikişîne, Mihemed bi malbata xwe ya ku ji 10 kesan pêk tê li kampa Waşokanî dimîne. Desteya Karûbarên Rêxistinan diyar kir ku di encama êrişên artêşa Tirk de heta niha 478 kes bûne qurban.

 

Mihemed wiha li axaftina xwe zêde kir: “Ez xwedan 10 kufletan im û rewşa me li kampê kambax e, zarokên min ên piçûk hene û azara sermayê dikişînin.”

Nexweşiya Mihemed di temanê 7 salî de diyar bû û li tevahiya Sûriyê tenê komîteyek heye ew jî li Şamê ye, lewma Mihemed nikare here wir û tevgera her diçe kêmtir dibe.

Mihemed bal kişad ser zehmetiya dermankirina nexweşiya xwe û got: “Ji bo nexweşî berbelav nebe ez kortîzon distînim.”

Mihemed got: “Derveyî Heyva Sor a Kurd kesên din alîkariya wî nekirine û kursiyek dan wî , lê ji ber kîloyê xwe giran nikare kursiyê bi kar bîne.”

Abdulselam Mihemed bang li komeleyên xêrxwaz kir ku kursiyeke ser kehrebê ji wî re bînin, dermanê wî peyda bikin û piştî çeteyan derxînin dixweza li mala xwe vegere.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/e7Sz7r9hlZA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>