​​​​​​​El-Hafiz: Êrişên li ser Idlibê lihevkirinek rûsî tirkî ye

Lêkolînerê siyasî û rojnamevanê sûrî Melêk El-Hafiz teqez kir ku êrişên dawîn li ser Idlibê di çarçoveya lihevkirina Moskova û Enqereyê de pêk tê. Her wiha dibîne ku di dema niha de ne pêkane lihevkirinek di navbera Rûsya û Tirkiyê de pêk were bi taybet li gel hebûna hêzên amerîkî li rojhilatê Sûriyê.

​​​​​​​El-Hafiz: Êrişên li ser Idlibê lihevkirinek rûsî tirkî ye
26 kanûn, 2019   06:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Nakokî di dosyaya Sûriyê de zêde dibin. Şerên dijwar li Idlibê rû didin. Civîn di navbera şandeyên Rûsya, Tirkiyê û Rejîma Sûriyê  li Moskovayê li gel axaftina li ser lihevkirinek nû li dar dikevin.

Girêdayî mijarê lêkolînerê siyasî û rojnamevanê sûrî Melêk El-Hafiz axivî û got: "Şerên li Idlibê rû didin, piştî bidawîbûna gera 14 a civînên Astanayê pêk hatin. Di encamnameya dawîn de dawîn de pêwîstî li ser pêkanîn lihevkirinên girêdayî herêmên bêçek hate kirin. Jê ya herî girîng lihevkirina Soçî ya di navbera Tirkiyê û Rûsyayê di Îlona 2018`an de." 

El-Hafiz wiha domand: "Bi texmîna min hêzên Rejîma Sûriyê tevî hevalbendiya xwe Rûsya li gorî lihevkirina Moskova û Enqereyê li ser hesabê sivîlên herêmên bêçek pêş dikevin. Tirkiyê beşa herî mezin ji vê berpirsyariyê digire. Ji ber ku pirsgirêka hebûn Cebhet El-Nusra li herêmê çareser nake bi taybet li gel ku Rûsya hebûna El-Nusra dike hincet û êrişî gundewarên Idlibê dike."

Di nav gotinên xwe de El-Hafiz got: "Berjewendiyên Tirkiyê yên taybet li Idlibê hene. Ew jî bi herêma hatiye hedefgirtin bi bandor bûne. Idlibê cihê xwe di lihevkirinên Tirkiyê  û Rûsyayê de girêdayî rojhilatê Firatê girtiye û li gorî wê hegemonî li her du herêman hate parvekirin. Ev lihevkirin sînaryoya heyî ferz dike û wê pêşketinên pêşrojê jî li Idlibê  bi taybet ferz bike."

Têkildarî civînên Moskovayê El-Hafiz got: "Di çarçoveya rêzkirina kaxizên herêmê de di dema bê de civînên dawîn li Moskovayê lidar ketin. Bi texmîna min piştî axaftina li ser agirbestê ji êvara Sêşemê ve wê şer gur bibe."

Ji demek dirêj ve diyar bû ku Rûsya hewl dide rêyên navdewletî kontrol bike. Li gorî lihevkirinên Astana û Soçiyê gihaştina Rejîma Sûriyê ji Marêt El-Noman re pir dem naxwaze. Lê belê dibe ku di dema niha de bigihêje herêmên din di nav de Seraqêb, Arîha, herêmên nêzî rêya navdewletî M5 heya bigihêje herêma Cisir El-Şixûr.

Derbarê derfeta pkhatina lihevkirinekê El-Hafiz got: "Ne pêkane lihevkirina dawîn girêdayî herêmê di navbera Rûsya û Tirkiyê de pêk were. Ji ber ku gelek hêz mudexeleya dosyaya Sûriyê kirine. Pêşketinên wê rû bidin bane lihevkirinan derbas nakin. Dibe ku ev lihevkirin li gorî guhertinên ku hêzên din ên li Sûriyê bandor lê dikin, werin nûkirin û pêşkevin."

Girêdayî daxuyaniyên Welîd El-Muelêm El-Hafiz got: "Axaftinên El-Muelêm girêdayî danûstandinan îşaret pê dikin ku guhertinek nû li ser vê astê çênebûye. Şamê girêdayî danûstandinên bi QSD`ê re hişk bû. Bi qasî ku dixwaze şertên xwe li ser QSD`ê ferz bike nexwaze pê re bikeve diyalogê. Rejîma Sûriyê dixwaze vegere pergala berê ya beriya 2011`an. Yanî nenavendîbûn tune ye û Rêveberiya Xweser nikare bi xwe herêmê ji aliyên aborî û îdarî ve birêve bibe."

El-Hafiz wiha domand: "Axaftina El-Muelêm bi awayekî zelal destnîşan dikin ku Rejîma Sûriyê  naxwaze nêzîkbûnek li gorî dîtina Meclisa Sûriya Demokratîk çêbibe. Bi giştî ew niha nikare hegemoniya xwe li wir ferz bike. Di vê mijarê de wê pişta xwe bide Rûsyayê. Mîna ku mijarên din ên dosyaya Sûriyê radestî wê kiriye. Lê Rûsya di mijara pêkhatine lihevkirinek dawîn di navbera Sûriyê û QSD`ê de ne bi lez e. Lê belê dixwaze nimuneya Deraayê li herêmên rojhilatê Firatê ferz bike. Di encamê de wê tevliheviyek çêbibe. Rûsya dixwaze sûd jê bigire heya bigihêje çareseriyek dawîn lê li gorî nêrîna xwe ya taybet."

Di dawiyê de lêkolînerê siyasî û rojnamevanê sûrî Melêk El-Hafiz got: "Li gel hebûna hêzên amerîkî li rojhilatê Firatê ne pêkane di dema niha de lihevkirinek di navbera her du aliyan de pêk were. Welîd El-Muelêm jî ji kanala Rûsya El-Yewm re ev tişt destnîşan kiribû. El-Muelêm destnîşan kir ku ji ber hebûna Amerîkayê û desteka Washingtonê ji Rêveberiya Xweser re  danûstandin negihaştin asta siyasî. Rejîma Sûriyê û Rûsyayê ji vê nuqteyê aciz in."

(şx)

ANHA