Nuqteyên îranî li El-Bûkemal rastî êrişa bi moşekan hatin

Vê êvarê bargehên hêzên alîgirên Îranê ya Lîwa 47 li herêma El-Bû Kemal li gundewarê Dêrazorê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rastî êrişek bi moşkan ku jêdera wan nayê zanîn hatin.

Nuqteyên îranî li El-Bûkemal rastî êrişa bi moşekan hatin
25 kanûn, 2019   21:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê got, bargehên hêzên alîgirên Îranê ya Lîwa 47 li herêma El-Bû Kemal li gundewarê Dêrazorê li bakur û rojhilatê Sûriyê rastî êrişek bi moşkan ku jêdera wan nayê zanîn hatine. Her wiha li heman herêmê nuqteyên din jî hatine hedefgirtin. Di encamê de 5 endam ji wan milîsan hatin kuştin.

Navendê destnîşan kir ku gelek li herêmên ku milîsên îranî lê ne li rojhilatê gundewarê Dêrazorê li nêzî sînorên Iraqê teqîn rû dane. Teqîn jî di encama topbarana ku jêdera wê nayê zanîn pêk hatine. Lê heta niha tu agahiyên zelal girêdayî jêdera moşekan nehatine bidestxistin. Her wiha topbaran bargehek girêdayî milîsên îranî li taxa El-Cemiyat li bajarê El-Bûkemal  kiriye hedef. Dengên teqînan li beyara El-Celaa li gundewarê El-Bûkemal hatin bihîstin beyî ku agahiyên girêdayî asta ziraran bên zanîn.

(şx)

ANHA