2019… Li hemberî faşîzm û dagirkeriyê sala berxwedaniya gelan

Sala 2019`an bi geşedan û guherînên ku gelek binpêkirin li dijî gelan, bi taybet jî li Rojhilata Navîn pêk hatin, dagirtî bû. Şerê berjewendiyan li ser dîmena giştî serwer bû û gel li dijî desthilatên welatên xwe, rabûn serhildanê.

2019… Li hemberî faşîzm û dagirkeriyê sala berxwedaniya gelan
26 kanûn, 2019   06:50
NAVENDA NÛÇEYAN- YEHYA EL-HEBÎB

Bûyera sereke ya sala 2019`an, ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) a serkeftina li dijî çeteyên DAIŞ`ê û tunekirina wan di aliyê cografîk de bû. Her wiha hevkariya wê bi Amerîkayê re di kuştina serçeteyê DAIŞ`ê Ebû Bekir El-Bexdadî li herêmeke di bin kontrola Tirkiyê de. Li kêleka wê xwepêşandanên gel ku li gelek welatên Rojhilata Navîn pêk hatin.

SIYASETA AMERÎKAYÊ TEVLIHEV BÛ Û ÇIRÛSKA XWEPÊŞANDANAN PÊKET

Di destpêka salê de, siyaseta Amerîkayê der barê Sûriyê de tevlihev bû. Piştî zexta endamên Kongreya Amerîkakyê, serokê Amerîkayê di 1`ê Çileyê de ragihand ku vekişandina hêzên wan ji Sûriyê dê ne bi lez be.

Her wiha bloka bangewaziya Sûdanê ku mezintirîn blokên opozîsyonê ye, tevlêbûna xwe ji xwepêşandanan re ragihand û çûyîna serok Omer Hesen El-Beşîr daxwaz kir.

Di 5`ê Çileyê de, çirûska xwepêşandanên Îranê dest pê kir.

Di 7`ê Çileyê de, li Xabûnê hewldana derbeyê pêk hat.

Di 17`ê Çileyê de, li Tunisê di rewşa siyasî ya tevlihev de xwepêşandanan dest pê kir.

LI TIRKIYÊ ALOZIYÊN LI SER HEV Û WASHINGTONÊ RAGEŞIYA LI DIJÎ ÎRAN Û VENEZUELAYÊ ZÊDE KIR

Di 19`ê Çileyê de, Wezareta Parastinê ya Tirkiyê 15 hezar û 213 endam ji artêşa Tirkiyê derxistin.

Di 24`ê Çileyê de, serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku welatê wî kesê ji opozîsyonê yê bi navê Juan Guaido wek serokê hikumeta Venezuelayê ya ava bûye, qebûl dike.

Di 6`ê Sibatê de, Pentegonê der barê kirîna sîstema parastina pergala asîmanî "S-400 " ji Moskovê, hişyarî da Tirkiyê û diyar kir ku dê ev gav tiştên neyînî bi xwe re bîne.

Di 3`yê Adarê de, serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu got Îsraîl û Rûsya dê ji bo derketina hêzên biyanî ji Sûriyê, hevkariyê bikin.

Di 4`ê Adarê de, serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn beşdarbûna welatê xwe di peymana moşekên nukleerî yên navîn de, bi awayekî fermî taloq kir.

Di 15`ê Adarê de, êrişa li dijî du mizgeftan li Zelandaya Nû di dema nimêja înê de pêk hatin, rewşeke şoq û xemgîniyê li seranserê cîhanê ava kir.

Di 19`ê Adarê de, serokê Kazakistanê Nûr Sultan Nîzarbayev piştî 28 salan ji serokatiyê, îstîfa kir.

Di 22`yê Adarê de, rêveberiya Donald Trump cezayên nû li ser Îranê ferz kirin.

Di heman rojê de, lîreyê Tirkiyê ji sedî 5 li hemberî dolarê Amerîkayê daket.

Di 25`ê Çileyê de dadgeha sûcan a bilind a nehan a dewleta Tirkiyê biryara serbestberdana hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk û perlamentera Partiya Gelan a Demokarîk Leyla Guvan a ku çalakiya wê ya girava biçîbûnê ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê  Kurd Abdullah Ocalan hatiye ferzkiringirt.

QSD`Ê TUNEKIRINA DAIŞ`Ê RAGIHAND Û PARTIYA ERDOGAN DI HILBIJARTINAN DE BI BINKET

Di 23`yê Adarê de, piştî ku cihê herî dawî yê çeteyên DAIŞ`ê ‘Baxoz’ rizgar kir, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi awayekî fermî tunekirina DAIŞ`ê di aliyê cografî de ragihand.

Di 25`ê Adarê de, serokê Amerîkayê Donald Trump biryarek îmze kir ku rêveberiya Îsraîlê ji herêma Colanê ya Sûriyê ya dagirkirî re qebûl dike.

Di 1`ê Nîsanê de, Amerîkayê ragihand ku dê radestkirina pêdiviyên girêdayî balafirên F-35 ên Amerîkayê ji bo Tirkiyê, taloq bike. Ev yek ji bo ku Enqere pergala S-400 a Rûsyayê ya dijmoşekan bi dest nexe, pêk hat.

Di 2`yê Nîsanê de, piştî serkeftina opozîsyonê AKP`ê ku Tirkiyê bi rê ve dibe, diyar kir ku dê nerazîbûnên fermî li her du bajarên Stenbol û Enqereyê, pêşkêş bike.

Her wiha welatên Brîtanya, Fransa û Almanyayê, Îran bi pêşxistina teknîkên moşekan, piştî çalakiyên dawîn ên Tehranê di vê derbarê de, tawanbar kirin. Her sê welatan diyar kir ku ev nêzîkatiya ji aliyê Îranê ve li dijî biryara Neteweyên Yekbûyî (NY) a der barê vê mijarê de ne û daxwaza raporeke giştî kirin.

BÛTEFLÎQA Û EL-BEŞÎR LI DERVEYÎ PÊŞBIRKA SIYASÎ NE

Serokê Cezaîrê Ebduezîz Bûteflîqa di 2`yê Nîsanê de ji karê xwe îstîfa kir.

Di 4`ê Nîsanê de, fermandarê artêşa nîştimanî ya Lîbyayê Mûşîr Xelîfe Hefter, "Operasyona rizgarkirina Terablusê" ragihand.

Di 8`ê Nîsanê de, Amerîkayê Artêşa Pasdaran a Îranê xist nava lîsteya rêxistinên biyanî yên terorîst.

Di 11`ê Nîsanê de, artêşa Sûdanê serok Omer El-Beşîr ku 30 salan serokatiya Sûdanê kir, ji peywirê xist.

ÇALAKIYÊN TERORÎ DÎSA DERKETIN HOLÊ Û WASHINGTONÊ RAGEŞÎ LI DIJÎ ÇÎN, ÎRAN Û TIRKIYÊ ZÊDE KIR

Di 21`ê Nîsanê de, li dijî hotêl û dêrên Srî Lankayê êriş pêk hatin, zêdêtirî 200 kes hatin kuştin û 450 birîndar bûn.

Di 22`yê Nîsanê de, Donald Trump belgeyên efûyê ku rê da 8 dewletan ku petrola Îranê bikirin, bi dawî kir.

Di 5`ê Gulanê de, Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê fikarên xwe der barê niyeta Tirkiyê ya lêkolînkirina cihên gazê li herêmeke ku Qibris li dijî wê ye li Deryaya Spî, anîn ziman.

Di 9`ê Gulanê de, hêzên rejîma Sûriyê bajarokê keleha El-Madîq li Sehil Xab a gundewarên Hemayê li bakurê rojavayê welêt, bi dest xist.

Di 12`ê Gulanê de, li Lubnanê di navbera Hêzên Ewlehiyê û xwepêşandêrên li qada Riyad El-Silih li Beyrûtê, ji ber nerazîbûnên li dijî projeya Hevsengiya Nû, şer derket.

Di 13`ê Gulanê de, serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo "bersivdayîna" bacên gumrika Amerîkayê, hişyarî da Çînê.

Di 14`ê Gulanê de, şandeya Neteweyên Yekbûyî li parêzgeha  El-Hudeyda ya li rojavayê Yemenê, tekez kir ku Hûsiyan 3 beravên li parêzgehê radestî hêzên berevaniyê kirin.

Her wiha wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo piştî diyalogên li Soçiyê bi serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re, ragihand ku her du welatan li ser dîtina çareseriyeke siyasî li Sûriyê, li hev kiriye.

ALOZIYA DI NAVBERA WASHINGTON Û ENQEREYÊ DE KÛRTIR DIBE, LI KENDAVÊ JÎ REWŞA TEVLIHEV

Di 20`ê Gulanê de, Îranê ragihand ku berhema "ûranyuma qalîte kêm", bi çar qatan zêde kiriye.

Di 10`ê Hezîranê de, Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentegon), perwerdekirina pîlotên Tirkiyê li ser balafirên F-35 li baregeha Look a asîmanî li Arizonayê, rawestand.

Di 12`ê Hezîranê de, serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan got welatê wî pergala parastinê S-400 ji Rûsyayê kiriye û hêviyên xwe ku di meha Tîrmehê de bi dest bixe, anîn ziman.

Di heman rojê de, koalîsyona li Yemenê bi serkêşiya Erebistana Siûdî got "karekî terorî"li balafirgeha Ebha ya navneteweyî li başûrê Siûdiyê, pêk hatiye û di encamê de 26 sivîl birîndar bûne.

Di 13`ê Hezîranê de, rageşiya bi Îranê re li ava Kendavê zêde bû. Wezareta Parastinê ya Amerîkayê ragihand ku keştiya ‘USS Mason’ diçe cihê ku jê êriş li ser keştiyên veguhastina petrolê li Kendava Umanê hatiye kirin.

Di 25‘ê Hezîrandê de Şêwirmendê Koşka Spî Jared Kushner di komxebata li Manama de ya der barê aliyê aborî ya projeya Amerîka di Rojhilata Navîn de ku bi navê "Peymana Sedsala" tê naskirin, diyar kir ku "Aborî şereke bê pêşîn ji bo pêkanîna aştiyê ye.

Di heman rojê de, li bajarê Qudsê xebatên lutkeya sêalî ya Amerîka, Rûsya û Îsraîlê, hatin birêvebirin. Her wiha gelek mijarên girêdayî herêma germ, taybet jî mijara Îranê û rewşa Sûriyê, hatin nîqaşkirin.

 Dîsa di wê rojê de, serokê Tunisê El-Bacî Qaid El-Sibsî jiyana xwe ji dest da.

Di 30`yê Hezîranê de, Abdullah Gul û Alî Babacan tevî hejmarek endamên Partiya AKP`ê yên navdar, dest bi avakirina partiyeke nû kir.

Her wiha Ajansa Nûçeyan a Koreya Bakur, hevdîtina di navbera serokê welêt Kim Jong Un û serokê Amerîkayê Donald Trump de li herêma bêçek a di navbera Koreya Bakur û Koreya Başûr de, bi "dîrokî" û "xweş" bi nav kir.

Di 12`ê Tîrmehê de, Wezareta Parastinê ya Tikriyê ragihand ku Tirkiye dest bi wergirtina moşekên S-400 ên Rûsyayê kiriye.

Di 15`ê Tîrmehê de, Yekitiya Ewropayê ji ber çalakiyên lêkolîna cihên gazê yên neqanûnî di ava herêmî de li Qibrisê, ceza li dijî Tirkiyê birîn.

Di 17`ê Tîrmehê de, Koşka Spî ragihand ku Amerîka dê balafirên F-35 nefiroşe Tirkiyê. Ev yek piştî peymana S-400`an a di navbera Enqere û Moskovê de pêk hat.

ASTANA BI BIN KET, REJÎMÊ LI IDLIBÊ OPERASYONÊN XWE ZÊDE KIRIN Û TIRKIYÊ HERÊMÊN DIN DAGIR KIRIN

Di 4`ê Tebaxê de, gera 13`emîn a civînên Astanayê bi daxuyaniyeke wekî yên berê, bi dawî bû. Bêyî ku tu biryarên berbiçav der barê pêşketina "komîteya destûrê" de werin girtin.

Di 11`ê Tebaxê de, hêzên rejîma Sûriyê bajarokê El-Hibêt ê stratejîk li gundewarên Idlibê, bi dest xist.

Di 14`ê Îlonê de, saziya Aramko ya Siûdiyê li Biqîq û Hicira Xurês, rastî êrişên moşek û balafirên keşfê hatin. Hikumeta Siûdiyê got bi 25 balafirên keşfê û moşekên gerok, êriş pêk hatiye. Hûsiyan êrişa ku bandor li ji sedî 50 ji berhema şîrketê kiriye, girt ser xwe.

Di 9`ê Cotmehê de, dewleta Tirk a dagirker bi armaca dagirkirinê êrişî herêmên Serêkaniyê û Girê Spî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Ev êriş rastî hêrseke mezin a herêmî û navneteweyî hatin.

Di 14`ê Cotmehê de, serokê Amerîkayê Trump bacên li ser Tirkiyê zêde kirin û lihevkirinên der barê peymana bazirganiyê bi Enqereyê re, rawestandin. Ev yek wek bersivdayîna êrişên Tirkiye li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, pêk hat.

XWEPÊŞANDAN LI GELEK WELATAN BERBELAV BÛN, NAKOKIYÊN DI NAVBERA FRANSA Û TIRKIYÊ DE ZÊDE DIBIN

Di 17`ê Cotmehê de, piştî ku Meclisa Wezîran a Lubnanê bacên nû ferz kirin, xwepêşandanên Lubnanê dest pê kirin.

Di 26`ê Cotmehê de, hêzên Amerîkayê bi hevkariya îstixbarata Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), êrişeke balafiran birin ser herêmeke 5 km dûrî sînorê Tirkiyê li bakurê rojavayê Sûriyê. Di encamê de serçeteyê DAIŞ`ê Ebû Bekir El-Bexdadî, hate kuştin.

Di 29`ê Cotmehê de, serokê hikumeta Lubnanê Seed El-Herîrî ji peywira xwe istîfa kir.

Di 15`ê Mijdarê de, piştî ku buhayê madeya benzînê bi rêjeya ji sedî 300 rabû, li Îranê xwepêşandanan dest pê kir.

Di 25`ê Mijdarê de, piştî nelihevkirina di navbera beşdaran de û vekişîna şandeya rejîmê, komîteya destûrê di lidarxistina civînên xwe de li avahiya Neteweyên Yekbûyî li Cinêvê, bi bin ket.

Di 27`ê Mijdarê de, Tirkiye bi hikumeta Wîfaq a Lîbyayê re ya bi serokatiya Fayiz El-Sîrac, peymaneke ewlehiyê  û leşkerî, her wiha peymanên din der barê parçekirina deryayê de, îmze kirin. Vê yekê hêrseke mezin a herêmî û navneteweyî ava kir.

Di 1`ê Kanûnê de, parlamana Iraqê istîfaya serok wezîr Adil EbduMuhdî piştî ku xwepêşandan li gelek bajarên Iraqê bi taybet li parêzgehên başûrî welêt belav bûn, qebûl kir.

Di 3`yê Kanûnê de, hemwextî şerê devkî yê Tirkiye û Fransayê, lutkeya NATO`yê çêbû.

Di 11`ê Kanûnê de, xebatên civînên Astena di gera 14`emîn de bêyî ku encamên ji yên berê cûdatir jê derkevin, bi dawî bûn.

Di 12`ê Kanûnê de, Fermandarê Artêşa Nîştimanî ya Lîbyayê Mûşîr Xelîfe Hefter "Operasyona ber bi navrasta Terablusê ve" , piştî derdorê 9 mehan ji destpêkirina operasyona rizgarkirina bajêr ji Hêzên Hikumeta Wîfaqê ku piştgiriya xwe ji Tirkiyê digirin, dest pê kir.

Di 13`ê Kanûnê de, serokwezîrê berê yê Tirkiyê û hevalbendê berê yê Erdogan Ahmet Davutoglu, partiyeke nû ava kir. Davutoglu got partiya wî, dijberiya siyaseta "kolekirina kesayetan" armanc dike.

Wergera ji erebî: Canê Xemgîn

ANHA