Ebû El-Xêz: Tirkiye li ser ewlehiya neteweyî ya erebî xeter e

Sekreterê giştî yê Camîa El-Erebiye Ehmed Ebû El-Xêz hesiband ku gefên Tirkiyê ji bo şandina hêzan ji Lîbyayê re ewlehiya neteweyî ya erebî tehdîd dike.

Ebû El-Xêz: Tirkiye li ser ewlehiya neteweyî ya erebî xeter e
25 kanûn, 2019   16:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Sekreterê giştî yê Camîa El-Erebiyê Ehmed Ebû El-Xêz li ber navenda lêkolînên stratejîk a Îmaratî axivî û vegera Rejîma Sûriyê ji Camîa El-Erebiyê re nîqaş kir.

Ebû El-Xêz di axaftina xwe de got: "Îran, Tirkiyê û Israîlê li dijî ewlehiya neteweyî ya erebî bi teşeyên cuda xeter in. Tevî ku di hin caran de digihêjin hev. Berjewendiyên Tirkiyê û Îranê li Sûriyê digihêjin hev. Lê gefa Tirkiyê li Lîbyayê cuda ye."

Ebû El-Xêz wiha domand: "Li ser qada navneteweyî em însiyatîfên guhertina têkiliyên Çîn û Amerîkayê dibînin. Her wiha rola nû ya ku Rûsya ji xwe re xêz  dike. Bêguman ev guhertin di lûtkeya pergala navneteweyî ne dawî ne. Ev guhertin herêma erebî dike helwestek dijwar ji ber ku xwe di pêşbaziya navneteweyî de dibîne. Asta vê pêşbaziyê wê di pêşerojê de bilind bibe. Îroj nîşaneyên wê diyar in."

Her wiha Ebû El-Xêz ev tişt destnîşan kir: Reftariya Îranê û êrişên wê li dijî Kendava Erebî, bi taybet di havîna derbasbûyî de mirov dikare îro di reftariya Tirk de li Sûriyê û herî dawîn li Lîbyayê bibîne.

Ehmed Ebû El-Xêz di vê mehê de du caran rola Îran û Tirkiyê di karûbarên dewletên erebî de di komxebata ciwanên cîhanî de li Misrê şermezar kiribû û gotibû: "Tunebûna dewletên neteweyî bihêz timayên dewletên ne ereb ên cîran di dewletên erebî de zêde kirin."

(şx)

ANHA