Koçberên Girê Spî: Em xwediyên rastîn ên vê axê ne

Koçberên Kampa Girê Spî bi daxuyaniyekê bang li civaka navneteweyî û tevahiya rêxistinên mafên microvan kirin ku vegera wan ji malên xwe re dabîn bikin. Her wiha teqez kirin ku ew xwediyên rastîn ên vê axê ne û dagirkeriya Tirkiyê bê heq wan da koçberkirin.

Koçberên Girê Spî: Em xwediyên rastîn ên vê axê ne
25 kanûn, 2019   17:52
EYN ÎSA

Koçberên Girî Spî bi daxuyaniyekê bang li civaka navneteweyî kirin ku vegera wan ji warên xwe re dabîn bikin.

Koçberên Girê Spî li kampê kom bûn û daxuyanî dan. Koçberê bi nave Cemal Ebdulselam daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de koçberan gelê Sûriyê bi giştî û pêkhateya xiristiyan bi taybet bi rasthatina cejna sersala pîroz kirin. her wiha bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kirin ku tevbigerin û Tirkiyê rawestînin.

Koçberan di daxuyaniyê de bang li hêzên navneteweyî yên bi bandor kirin ku zextê li Tirkiyê û çeteyên wê bikin ji bo ku ji tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Srûiyê vekişin. Her wiha vegera ewle ji koçberan re ji mal û gundên wan re dabîn bikin ji bo ku di axa xwe de ya ku ji sedan salan ve li ser dijîn kar bikin.

(şx)

ANHA