Dêra Biratî ya Kobanê cejna Rojbûna Pêxember Îsa pîroz kir

Bi dehan xiristiyanên bajarê Kobanê bi boneya rojbûna Pêxember Îsa li dêra Biratî li Kobanê pîroz kir.

Dêra Biratî ya Kobanê cejna Rojbûna Pêxember Îsa pîroz kir
Dêra Biratî ya Kobanê cejna Rojbûna Pêxember Îsa pîroz kir
Dêra Biratî ya Kobanê cejna Rojbûna Pêxember Îsa pîroz kir
Dêra Biratî ya Kobanê cejna Rojbûna Pêxember Îsa pîroz kir
Dêra Biratî ya Kobanê cejna Rojbûna Pêxember Îsa pîroz kir
Dêra Biratî ya Kobanê cejna Rojbûna Pêxember Îsa pîroz kir
25 kanûn, 2019   16:16
KOBANÊ

Îro 25`ê Kanûnê ye cejna rojbûna Pêxember Îsa ye. Duyemîn girîngtirîn cejnên xiristiyanan piştî cejna Qiyametê tê hesibandin.

Şahî bi vegotina ayînên olî destpê kir. paşê Umer Firat berpirsê dêrê axivî û got: "Em nêzî sala nû dibin. Em hêvî dikin şadî û xweşî li tevahiya welat û gelan belav bibe. Ev sala nû bibe sala bidawîbûna aloziya Sûriyê."

Piştre endamên dêrê stranên olî vegotin û diyarî û şêranî li ser zarokan û beşdaran hate belavkirin.

Piştî ku "Santa Clause" diyarî li beşdar û zarokan belav kir şahî bi gerandina dîlanek gelêrî bidawî bû.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/umTMsTQE8nc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>