Şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şehîd Ristem Cûdî oxir kir

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê cenazeyê şervanê YPG’ê Ristem Cûdî li Goristana Şehîdan a gundê Pino ya herêma Şiqeyêfê spart axê.

Şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şehîd Ristem Cûdî oxir kir
Şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şehîd Ristem Cûdî oxir kir
Şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şehîd Ristem Cûdî oxir kir
Şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şehîd Ristem Cûdî oxir kir
Şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şehîd Ristem Cûdî oxir kir
Şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şehîd Ristem Cûdî oxir kir
Şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şehîd Ristem Cûdî oxir kir
Şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şehîd Ristem Cûdî oxir kir
25 kanûn, 2019   13:46
HELEB

Bi sedan şêniyên taxê, endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî li pêş Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir a li taxa Şêxmeqsûd a Helebê kom bûn.

Beşdaran alên YPG û YPJ’ê hildan û cenazeyên şervanê YPG’ê Remzî Ebdo (Ristem Cûdî) ku bi krîza dil şehîd bûbû, wergirt.

Şênî li tevahî kolanên sereke yên taxê gerîn û ber bi Goristana Şehîdan a li gundê Peno ya li herêma Şiqeyêf di nava dirûşmên silavkirina şehîdan de, ketin rê.

Li goristanê, bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan rêveber Remziya Salih û bi navê Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Mihemed Şêxo axivîn.

Axêveran sersaxiya malbata şehîd Ristem Cûdî xwest û piştrast kir ku şehîd Ristem Cûdî ji berxwedêrên ku rola wî di têkbirina çeteyên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de heye. Ji bo gihandina jiyana azad û birûmet, tê koşiya. Axêveran diyar kir ku dê li ser rêça şehîdan bimeşin û destkeftiyên ku bi saya wan bi dest ketine, biparêzin.

Li dawiyê wesîqeya şehadetê hat xwendin û radestî malbatê kirin.  Cenazeyê şehîd di nava tilîliyên dayik û dirûşman de, spartin axê.

(fr)

ANHA