Şahoz Hesen banga ximzetkirina gelê Kurd li aliyên siyasî yên kurdî kir

Hevserokê PYD’ê Şahoz Hesen piştrast kir ku partiya wan amade ye konferansa yekitiya refa kurdî li dar bixe û bang li partiyên kurdî yên dîtir kir ku heman rêyê bişopînin.

Şahoz Hesen banga ximzetkirina gelê Kurd li aliyên siyasî yên kurdî kir
Şahoz Hesen banga ximzetkirina gelê Kurd li aliyên siyasî yên kurdî kir
25 kanûn, 2019   13:03
QAMIŞLO

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li navçeya Girkê Legê civînek bi beşdariya bi sedan şêniyên navçeyên Girkê Legê, Dêrik û Çilaxa li dar xist. Civîn li Navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya bajarokê Rimêlan a kantona Qamişlo pêk hat.

Di civînê de hevserokê PYD’ê Şahoz Hesen li ser rewşa ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê re derbas dibe û pêwîstiya yekitiya refa kurdî axivî.

Hesen îşaret pê kir ku êrişên ku artêşa dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne, bi hedefa têkbirina destkeftiyên gelê Kurd in. Hesen wiha anî ziman: "Yekemîn hedefa dewleta Tirk a dagirker, têkbirina gelê Kurd û dûrxistina ji azadiyê ye. Piştî ku gelê Kurd vîna xwe di şoreşa Rojava de sepand, dewleta Tirk hewl dide wan destkeftiyan têk bibe yan jî lawaz bike. Ji lew re divê em di cih de nemînin. Lê berevajî wê xebata parastina van destkeftiyan bidomînin."

Li aliyekî din jî Şahoz Hesen destnîşan kir ku divê yekitiya refa kurdî bibe rêya tekane ya qedexekirina dewleta Tirk a dagirker ji pêkanîna armancên xwe û wiha pê de çû: "Berxwedana gelê Kurd û serkeftinên wê israra artêşa dewleta Tirk a dagirker a der barê êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de zêde dike. Lê heta niha aliyên siyasî yên kurdî li hember dagirkeriyê û qedexekirina wê ranewestîne. Ji lew re bang li wan dikin ku vegerin rêya ximzetkirina gelê Kurd û yekparebûnê da ku li hember êrişên dewleta Tirk bisekinin."

Li dawiyê hevserokê PYD’ê Şahoz Hesen da zanîn ku partî her tim amade ye da ku konferansa yekitiya refa kurdî li dar bixe.

(fr)

ANHA