Yekitiya Jinên Ciwan: Divê jin rola xwe di birêvebirina civakê û parastina wê de bilîzin

Yekitiya Jinên Ciwan bang li hemû jinên Sûriyê kir ku destkeftiyên şoreşa Bakur û Rojihilatê Sûriyê biparêzin û di birêvebirina civakê û parastina wê de bi rola xwe rabin.

Yekitiya Jinên Ciwan: Divê jin rola xwe di birêvebirina civakê û parastina wê de bilîzin
Yekitiya Jinên Ciwan: Divê jin rola xwe di birêvebirina civakê û parastina wê de bilîzin
Yekitiya Jinên Ciwan: Divê jin rola xwe di birêvebirina civakê û parastina wê de bilîzin
Yekitiya Jinên Ciwan: Divê jin rola xwe di birêvebirina civakê û parastina wê de bilîzin
Yekitiya Jinên Ciwan: Divê jin rola xwe di birêvebirina civakê û parastina wê de bilîzin
Yekitiya Jinên Ciwan: Divê jin rola xwe di birêvebirina civakê û parastina wê de bilîzin
25 kanûn, 2019   13:45
HESEKÊ


Bi dirûşma "Na ji koçberiyê re, niha dema berxwedanê ye" û bi tevlêbûna endamên ciwan ên partiyên siyasî û Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê, Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Cizîrê civîna xwe ya salane li bajarê Hesekê li dar xist.

Di civînê de, pêvajoya ku herêm tê re derbas dibe, her wiha pêşketinên dawî li qada herêmê û navneteweyî û rola ciwanan di vê pêvajoyê de, hatin nîqaşkirin.

Di civînê de endama rêveber a Yekitiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Jiyan Koçer  der barê rola ciwanan de, bi taybet piştî êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê axivî. Jiyanê diyar kir ku ji bo parastina civakê ji binpêkirinên dewleta Tirk, divê jin bi roleke sereke rabin.

Piştre rewşa rêxistinî hate nîqaşkirin  û sînevîzyonek li ser xebatên Yekitiya Jinên Ciwan ên îsal hate nîşandan.

Di dawiya civînê de hevseroka Komîteya Ciwan û Werzîşê a kantona Hesekê Nûşîn Ibrahîm daxuyaniyek xwend. Di destpê daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Jina kurd ji destpêka dîrokê ve hêza xwe ya avakirina kesayet, malbat û civakê û têkoşîna ji bo welatekî azad îspat kir. Ji ber vê yekê jin bû dayik, şervan û şehîd."

Nûşîn Ibrahîm destnîşan kir ku bi saya xwîna şehîdan a pîroz û qehremaniya şervanên QSD`ê, beriya êrişa dewleta Tirk dagirker li ser herêmê aramî û ewlehî li herêmê serwer bû. Di van êrişan de jinan xweragirtina xwe û girêdana bi axa xwe ve îspat kir û bang li hemû jinên Sûriyê kir ku li dijî dijminahiya dewleta Tirk ku tundiya herî mezin li dijî jinê û mafê jiyanê ye, yekitiya xwe ava bikin.

Nûşînê wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Divê hemû jinên Sûriyê yên fermandar, şervan û dayik deskeftiyên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê biparêzin û rola xwe di birêvebirina civakê û parastina wê de bilîzin û xwe bi pêş bixin."

(cx)

ANHA