​​​​​​​ ‘Zîhniyeta rejimê rê da Tirkiyê ku axa Sûriyê dagir bike‘

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi xelê navçeya Holê re civiya û rewşa siyasî nirxand.

​​​​​​​ ‘Zîhniyeta rejimê rê da Tirkiyê ku axa Sûriyê dagir bike‘
​​​​​​​ ‘Zîhniyeta rejimê rê da Tirkiyê ku axa Sûriyê dagir bike‘
​​​​​​​ ‘Zîhniyeta rejimê rê da Tirkiyê ku axa Sûriyê dagir bike‘
​​​​​​​ ‘Zîhniyeta rejimê rê da Tirkiyê ku axa Sûriyê dagir bike‘
23 kanûn, 2019   15:39
HESEKÊ

Civîn li avahiya Meclisa Navçeya Holê bi beşdarbûna hevseroka PYD‘ê Eyşe Hiso, endamên saziyên sivîl ên navçeyê  û gundewarên wê û rûspiyên eşîrên navçeyê hate lidarxistin.

Civîn bi bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê destpê kir. Piştre hevseroka PYD‘ê Eyşe Hiso bal kişand ser hevgirtina pêkhateyên herêmê û got, dema projeya Rêveberiya Xweser hate ragihandin gelên vî welatê ji bo parastina xaka xwe ji êrişan hevgirtina xwe xurt kirin, di oxira rizgarkirin û azadiya welat de xwîna pêkhateyan tevli hev bû.

Eyşe Hiso îşaret pê kir ku rexmî ku gelek caran Rêveberiya Xweser banga diyalogên navxweyî kir lê rejîma Sûriyê hewl dide tevliheviyê di navbera pêkhateyan de çêbike û wiha domand: "Projeya me ne projeya parçebûnê ye, lê belê projeyeke demokratîk e ku mafên pêkhateyan hemûyan diparêze."

Eyşe bi bîr xist ku "Gelê Sûriyê ji mafê xwe yê welatbûnê bê par bû. Tevgera gel banga guhertinek kir, lê rejîma Sûriyê bi hişmendiya xwe ya neqebûlkirin û pêkneanîna guhertinê bi îsar e, ji ber vê yekê hêzên derve di serî de Tirkiyê dest di Sûriyê de werdan û li gorî berjewendiyên xwe şoreş bi rêve birin."

Hevseroka PYD‘ê îşaret bi hevdîtina şêwirmendê Ewlehiya Netewî ya rejîma Sûriyê ya bi eşîrên Ereb re kir û got: "Elî Memlûk dest vala vegeriya "Elî Memlûk ê bang li eşîran kirib û zarokên xwe ji nava QSD‘ê vekşînin, dest vala vegeriya, ji ber ku bersiva eşîran ew bû ku li gel QSD‘ê ne."

Hevseroka PYD‘ê Eyşe Hiso di dawiya axaftina xwe de banga pêşxistina tecrûbeya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye rûniştandin "Divê em rêgeza netewa demokratîk pêş bixin. Ji ber ku em dizanin welatiyê Sûriyê berdêlê vê aloziyê dide. Sedema vê yekê ew e ku rejîma Sûriyê kesekî din qebûl nake."

Beşdaran di dawiya civînê de nêrînên xwe anîn ziman û gotin ew ê piştgiriya xwe ya bi QSD‘ê re bibomînin û dagrikeriya Tirk û çeteyên wê red dikin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/WP3chTVlAPs" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>