Cahid Hesen: Ji bilî berxwedanê rêyeke din nîne

Endamê Desteya Rêveber a Partiya Sûriyê ya Pêşrojê Cahid Hesen got "Li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê komployên navneteweyî û herêmî ji hêla dewletên modernîtiya kampîtalîzmê ve têne plankirin. Ji bo me ji bilî berxwedanê rêyek din nîne."

Cahid Hesen: Ji bilî berxwedanê rêyeke din nîne
Cahid Hesen: Ji bilî berxwedanê rêyeke din nîne
Cahid Hesen: Ji bilî berxwedanê rêyeke din nîne
Cahid Hesen: Ji bilî berxwedanê rêyeke din nîne
23 kanûn, 2019   15:01
 MINBIC

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê ji bo nirxandina rewşa siyasî bi endamên saziyên sivîl û leşkerî re civiya.

Civîn li hola Meclisa Qanûnsaz a li avahiya Rêveberiya Sivîl lidar ket. Civîn bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre endamê Buroya Rêveber a Partiya Sûriyê Pêşerojê ya Cahid Hesen axivî û rewşa herêmê ya siyasî û komployên hêzên dagirker di serî de Tirkiyê li dijî herêmên bakurê Sûriyê nirxandin.

Hesen got: "Li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê komployên navneteweyî û herêmî ji hêla dewletên modernîtiya kampîtalîzmê ve têne plankirin. Ew armanc dikin hegemoniya xwe li ser hesabê gelan berfirah bikin. Mînaka wê jî êrişa Tirkiyê li ser Girê Spî û Serêkaniyê ye. Di encama wê êrişê de bi sedan jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran koçber bûn."

Cahid destnîşan kir ku komplo û lihevkirin li gel bêngiya civaka navneteweyî li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hatin. Her wiha li hember komkujî û binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker li dijî şêniyên herêmê ji darvekirinên meydan, dîlgirtin, kuştin û talankirina milkên sivîlan bêdeng ma.

Di dawiyê de Cahid got, çaranûsa dagikerî dawî ye. Vîna gelan ji hovîtiya dagirkeran bi hêztir e. ji bilî berxwedanê û parastina hebûn û axê tu berbijarkên din tune ye. Ev jî dê bi saya zendên ciwanên herêmê yên leheng pêk were.

Piştî bidawîbûna nirxandina rewşa siyasî, beşdaran pêşniyarên xwe girêdayî pêşxistina karê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê ji tevahiya aliyan ve û çalakkirina rola wê pêşkêş kirin.

(şx)

ANHA