​​​​​​​Serokerkanê Cezaîrê wefat kir

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Cezaîrê, serokerkanê artêşa Niştimanî ya û cîgirê Wezîrê Parastinê Ehmed Qayid Salih ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da.

​​​​​​​Serokerkanê Cezaîrê wefat kir
23 kanûn, 2019   15:53
NAVENDA NÛÇEYAN

General Qayid Salih yek ji fermandarên destpêkê yên artêşa Cezaîrê ye. Di  17 saliya xwe de beşdarî şerê çekdarê yê Cezaîrê li dijî dagirkeriya Fransayê bû.

Qayid Salih sala 1994‘an wekî fermandarê Hêzên Deryayê yê Cezaîrê hate erekedarkirin û di sala 2006‘an Serokerkanê Artêşa Netewî û di Îlona 2013‘an wekî cîgirê Wezîrê Parastinê jî hate erekedarkirin.