Welat Mamo: Rêya rizgarkirina Kurdistanê di yekîtiyê de pêkan e

Endamê PYD‘ê Welat Mamo got: ‘‘Berjewendiyên gelê Kurd di ser hemû berjewendiyên partiyetiyê de ye. Divê hemû partiyên Kurdî di bin sîwana rêveberiyeke hevbeş de bibin yek da ku astengiyan derbas bikin."

Welat Mamo: Rêya rizgarkirina Kurdistanê di yekîtiyê de pêkan e
22 kanûn, 2019   07:15
HELEB – MIHEMED EBDO – ARIF SILÊMAN

Endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Welat Mamo têkildarî girîngiya avakirina yekîtiya Kurdî hişyarî da ku heger partiyên kurdî nakokiyên xwe nedin aliyekî û berjewendiyên xwe yên takekesî di ser berjewendiyên gel de bigirin wê doza Kurdî di xeteriyê de be.

Welat wiha axivî: “Pêvajoya ku Sûriyê bi giştî û gelê Kurd bi taybet tê re derbas dibe bi hewcedarî xebateke hevpar e da ku êrişên Tirkiyê rawestin û gel bighêje mafê xwe ku bi sedên salan ji bo têkoşînê dike."

Welat di berdewama axaftina xwe de got: "Mijara girîng ji bo me ew ku em bi rêya yekitiyê destkeftiyan biparêzin, da ku em karibin vîna gel bidin pêş, dijmin jî bi tenê bimîne û li hember daxwazên gel bêzar be. Eger ev tişt pêk bên em wê çaxê dikarin bêjin ku em gihiştine ber bi serkeftin û azadiyê ve, lê ji em hebûna xwe îsbat bikin pêdivî bi geşkirina têkoşînê heye."

Endamê PYD‘ê bal kişand li ser rêbazên xebata hevpar a ji bo pêkanîna daxwazên gel û wiha pê de çû: "Heger em li dîrokê vegerin em ê bibînin ku tevahî gelên cîhanê  bi saya yekitiyê û xebateke hevbeş azadiya xwe bi dest xistin, ne ku xwe spartina dewletên derve."

Mamo îşaret pê kir ku rêya rizgarkirina Kurdistanê bi baweriya bi hêza gel pêkan e ku wê karibe bi bin sêwana fermandariyeke hevbeş de yekitiya xwe ava bikin bêyî ku pala xwe bidin ti kesî.

Endamê PYD‘ê destnîşan kir ku dijminê Tirkiyê ferq û cûdahî naxwe navbera partiyan, lê belê netewa Kurd dike hedef. Mamo got: "Dijmin şerê partiyekî nake, lê belê şerê gelê Kurd dike, her tiştekî girêdayî netewa kurdî be dike hedef. Hikûmetên faşîst dixawazin gelê Kurd tine bikin. Mînak dema Efrîn dagir kirine darên zeytûnan şewitandin û peykerê Kawayê Hesinkar rûxandin ev herdu sembolên gelê Kurd, ne girêdayî ti partiyekî ne. Ev sûc tê wateya derbekirina dîroka gelê Kurd."

Endamê PYD‘ê Welat Mamo bang li partiyên kurdî kir ku berjewendiyên gel di ser berjewendiyên partiyetî de bigirin "Em ji hev fêm bikin, yekitiya xwe ava bikin da ku hêza dijmin bişkînin û wî dûr bixin."

(bb)

ANHA