Rehmûn: Rejîma Sûriyê  tenê sozan dide

Muxalîfê sûrî Elî Rehmûn diyar kir ku rejîma Sûriyê hewl dide mafên Kurdan bide aliyekî û tenê sozan dide. Rehmûn got: “Îtîlafa Watanî ya Sûriyê rewabûna xwe winda kir û veguherî amûrek di destê Tirkiyê de.”

Rehmûn: Rejîma Sûriyê  tenê sozan dide
22 kanûn, 2019   07:22
QAMIŞLO

Şandeyê Sûriyê yê daîm li NY`î Beşşar El-Caiferî di cîvîna Konseya Ewlekariyê ya navdewletî ya girêdayî Sûriyê de ragihand pirsgirêkên wan bi Kurdan re li Sûriyê tune ye. Girêdayî mijarê muxalifê sûrî Elî Rehmûn ji ajansa me re axivî.

Rehmûn got: "Pirsgirêka Kurdên Sûriyê ne nû ye. Di dirêjahiya dîrokê de mafên pêkhateya Kurd li Sûriyê hatin paşguhkirin."

Rehmûn destnîşan kir ku rejîma Sûriyê niha hewl dide xwe ji ber mafên Kurdan bide aliyekê. Rehmûn got: “Ya yekemîn wek hemwelatiyên sûrî rastî zordestiyê tên. Ya duyemîn wek Kurd ji mafên hemwelatiya sûrî têne mehrûmkirin. Ev tişt ji rejîmek zordest ku tiştek ji gelê xwe yên sûrî re bi giştî û gelê kurd bi taybet pêşkêş nekiriye, ne dûr e.” 

Di berdewama gotinên xwe de Rehmûn destnîşan kir ku di dema niha de pirsgirêkek gelek girîng heye û wiha got: "Rejîma Sûriyê hewl dide bi Kurdan re tenê kar bike. Mirov dikare wan hewldanan bi lihevkirinan wek sozên derengxistinê binav bike. Yanî dixwaze vegere rewşa bere, dîsa Kurdan biçewisîne û mafên wan binpê bike. Lewra ev mijar gelek giringe.”

Têkildarî Îtîlafa Watanî ya Sûriyê ya ku Tirkiyê desteka wê dike, Rehmûn got: “Îtîlafê rewabûna xwe winda kiriye û veguheriya amûrekê di destê Tirkan de. Tu xema wan ji bilî pêkanîna armancên dagirkeriya Tirk tune ye. lewra girîngî nadin Kurdan.”

Di dawiya hevdîtinê de muxalifê sûrî Elî Rehmûn diyar kir ku mayîna Encûmena Niştîmanî ya kurdî di îtîlafê de wek nûnerên Kurdan yan jî gelê Sûriyê rewabûna xwe winda kiriye.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/G4Klb0FDZco" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>