​​​​​​​Rêveberiya Xweser 2 zarok radestî hikûmeta Fînlandiyayê kirin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 2 zarokên DAIŞ‘î radestî sefîr û nûnerê Fînlandiyayê yê li Neteweyên Yekbûyî Jussi Tanner, kirin.

​​​​​​​Rêveberiya Xweser 2 zarok radestî hikûmeta Fînlandiyayê kirin
22 kanûn, 2019   06:43
QAMIŞLO

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê du zarokên fîlandî ku temenê wan jêrî 7 salî û bavê wan di nava DAIŞ‘ê de hatin kuştin, radestî sefîr û nûnerê Fînlandiyayê yê li Neteweyên Yekbûyî Jussi Tanner, kir.

Radestkirin li Daîreya Têkililyên Derve ya Rêveberiya Xweser a li bajarê Qamişlo bi rêve çû. 

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdulkerîm Umer û cîgirên wî, cîgira seroka Desteya Jinê Rûken Mele Îbrahîm, cîgira Desteya Jin a Herêma Cizîrê Evîn Qafûr û endama Buroya Têkiliyên Giştî ya YPJ‘ê Aytan Îsa amade bûn.

Ebdulkerîm Umer û Jussi Tanner belgeya radestkirin û wergirtina herdu zarokan îmze kirin.

Ebdulkerîm Umer bi navê Rêveberiya Xweser plaketek ku wêneyê Arîn Mîrkan li ser neqişandî pêşkêşî hikûmeta Fînlandayayê kir.

Bavê herdu zarokan tev li DAIŞ‘ê bibûn û di şerê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin kuştin.

Jussi Tanner spasiya Rêveberiya Xweser kir ji ber zarokên sêwî yên fînlandî vegerand û got: "Ez dixwazim balê bikşînim ser keda mezin a Hêzên Sûriya Demokratîk ku tevahî mirovî parast. Ev hêzaya cihê rêzdariyê ye. Her wiha bi serkeftina Rêveberiya Xweser û saziyên wê û keda ku dide matmayî me."

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta niha 170 jin û 175 zarok radestî hikûmetên Fransa, Belçîka, Almanya, Hollanda, Siwêd, Brîtanya, Amerîka, Kazaxistan û Austriayayê kirin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/85-eSA08TAU" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>