‘Çima çete me direvînin û radestî navendên Tirkiyê dikin?’

Şêniyekî ji gundê Qertwêran, revandina şêniyan û hovîtiya dewleta Tirk wesif kir û wiha pirsî: “Ez karker im û li ser xaka bav û kalên xwe kar dikim, çima çete min birevînin û min bidin navendên Tirkiyê? Gelo Tirkiyê xwedan kîjan exlaqî ye?”

‘Çima çete me direvînin û radestî navendên Tirkiyê dikin?’
‘Çima çete me direvînin û radestî navendên Tirkiyê dikin?’
21 kanûn, 2019   07:27
MINBIC

Dema şêniyan zeytûnên xwe li ser rêya di navbera şervanên Meclisa Leşkerî ya Babê û çeteyên artêşa Tirk berhev dikirin, çeteyên bi navên"Dira El-Firat"ên ku li gundê Şêx Nasir ê bejahiya rojhilatê bajarê Baba dagirkirî 6 sivîlên ji gundê Qertwêran revandin û ji duh ve çarenûsa wan ne diyar e û çeteyan erebeya li gel wan bû dizîne.

Kesên ji aliyên çeteyan ve hatine revandin navên wan wiha ne"Abdulkerîm Abûd, El-El-Casim El-Ebûd, Mihemed Elî Ebûd, Elaa El-Mihemed El-Ebûd, Mehmûd El-Mele û zarokê bi navê Hemûdî Ehemed El-Elî (11)".

Şêniyê bi navê Abdulbasit Remedan ê ji gundê Qerewêran wiha ji ajansa me re rewşa revandina sivîlan parve dike.

Ebdulbasit di destpêka axaftina xwe de wiha anî ziman, Leşkerên Meclisa Leşkerî ya Babê alîkariya sivîlan kirin û her sal dihêlin sivîl derbasî herêmê bibin û zeytûnên xwe berhev bikin, lê çeteyên Dira El-Firat sivîl revandin û wan radestî qereqolên leşerî yên Tirkiyê yên li herêmên dagirkirî ne kirin û heta niha çarenûsa wan ne diyar e.

Ebdulbasit kiryarên çeteyan wiha wesif kir: “Kiryarên artêşa Tirk derexlaqî ne, mala min di nava darên zeytûnan de ye û çeteyan ew topbaran kir. Gelo çima me direvînin û didin qereqolên tirkan?”

Li ser vî esasî şêniyên herêmê bang li leşerên Meclisa Babê ya Leşkerî kirin ku rê bidin wan zeytûnên xwe berhev bikin û parastina wan di çûn û hatinê de bikin.

Ebdulbasit diyar kir ku  rojane artêşa Tirk û çeteyên wê van tiştan dikin û rojek ji wan wiha rave kir: “Roja çarşemê dema sivîlan zeytûnên xwe berhev dikin, çeteyên Dira Firat di nava daran de derbas bûn û 6 sivîl revandin. Di nav wan de zarokekî 6 salî jî hebû, ji ber vê yekê jinên karker dema mêr hatin revandin li erdê xwe yê li bajarê Minbicê vegeriyan.”

Ebdulbasit wiha pirs dike: “Ez karker im, gelo çima min birevînin? Ez li ser xaka bav û kalên xwe me, çima min bidin navendên dagirkeran, gelo ev xwedan çi exlaq in?

Ebdulbasit bi bîr xist ku sala derbasbûyî çeteyên Dira El-Firat dema karker li gundê Kawiklî zeytûnên xwe berhev dikirin, 35 karker revandin û erebeyek jî dizîn. Lê leşkerên Meclisa Babê ya Leşkerî ew rizgarkirin û erebe jî vegerandin.

Armanca çeteyan ji revandina sivîlan tenê dane fidiyan e, awarekirina sivîlan e û bêparkirina ji xaka xwe ye.

Di dawiyê de Ebdulbasit binpêkirinên artêşa Tirk li dijî sivîlan pêk anîne şermezar kir û bi hovîtî wesf kir.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/BrAJ_uQifhQ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>