Divê "Artêşa Wetenî ya Sûrî" bikeve lîsteya terorê ya cîhanê

Rûspiyên eşîra Ebû Siltan banga xistina çeteyên artêşa Tirk ên"Artêşa Wetenî ya Sûrî"di lîsteya terorê ya cîhanî de kir.

Divê "Artêşa Wetenî ya Sûrî" bikeve lîsteya terorê ya cîhanê
21 kanûn, 2019   07:08
MINBIC

Artêşa Tirk û çeteyên bi navê"Artêşa Wetenî ya Sûrî"li dijî sivîlên Serêkaniyê û Girê Spî komkujî pêk anîn û bi sedan sivîl qetil kirin, li gel ku bi hezaran birîndar bûn û bi sed hezaran koçber bûn.

Rûspiyê eşîra Ebû Silatan Adil Abudlselam ji ajansa me re wiha axivî û got: “Çeteyên artêşa Tirk li dijî sivîlan komkujî pêk anîn û cenazeyên li Tiltemir, Serêkaniyê û Girê Spî xerab kirin. Sivîl koçber kirin û mal wêrankirin.Tê zanîn ku armaca dewleta Tirk guhartina demografiya herêmê ye û bi îdîaya bicihkirina koçberên ji Sûriyê êrişan pêk tîne.”

Abdulselam bal kişand ser ku çeteyan malên sivîlan li Girê Spî û Serêkaniyê şewitandin û tola têkbirina çeteyên DAIŞ`ê hiltînin.

Abdulselam bang li civaka navdewletî kir ku li dijî gefên Tirkiyê yên li ser xaka Sûriyê bisekine, dagirkeriyê ji xaka Sûriyê derxîne û bang li Rêxistinên mirovî û NY`yê kir ku helwesta xwe li dijî binpêkirinên artêşa Tirk ên li dijî gelên herêmê û çeteyên wê diyar bike.

Rûspiyê eşîra Ebû Siltan bal kişand ser hewldanên rejîma Tirkiyê yên bikaranîna dosya penaberên ji Sûriyê li dijî dewletên Ewropa û piştgiriya projeya tirkî li herêmê, da ku bi milyonan sûriyên ji Xota û Himsê koçberkirne li Girê Spî û Serêkaniyê bi cih bike.

Abdulselam banga xistina Artêşa Wetenî ya Sûrî di lîsteya terorê ya cîhanê kir û bal kişand ser isbatên hebûna 400 çeteyên biyanî li Sûriyê. Abdulselam got: “Isbata ew girêdayî çeteyên DAIŞ`ê ne û di demên berê de di nava çeteyên Cebhet El-Nusra û komên terorîstan de bûn û piştgiriya xwe ji Tirkiyê digirtin, heye.”

Di vê çarçoveyê de Abdulselam got, Tirkiyê bi sedan ji çeteyên DAIŞ`ê yên biyanî û yên ne sûrî ne, bi rêya deryarya Navîn dişîne bakurê Afrîqiya û ji beravên Tirkiyê dişîne beravên Lîbyayê.

Abdulselam bal kişad ser ku çeteyên DAIŞ`ê di rêya cîhanê de di lîsteya terorê de ne û niha wekî jî di nava"Artêşa Wetenî ya Sûrî"de cihê xwe digirin. Abdulselam got: “Ji ber vê yekê divê"Artêşa Wetenî ya Sûrî"bikeve lîsteya terorê de, nexasim ku careke din li dijî sivîlên Girê Spî û Serêkaniyê komkujî pêk anîn.”

Her wiha diyar kir ku dewleta Tirk koçberên ji Sûriyê ber bi herêmên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagirkirine dişîne û wiha pê de çû: “Dewleta Tirk naxwaze aloziya Sûriyê çareser bibe û berjewendiyên xwe dide ber çavên xwe. Li gel ku hewla berfirehkirina herêmên împaratoriya osmanî li ser hesabê xaka Sûriyê û gelên Sûriyê dike, lê belê armanca dewleta Tirk dagirkirina xaka Sûriyê, Iraq û herêmên din ên xakê ye.”

Adil Abdulselam di dawiya axaftina xwe de bang li penaberên ji Sûriyê yên li Tirkiyê kir ku li xaka xwe vegerin û guh nedin îdîayên Tirkiyê ku alîkariya wan dike, ji ber xaka Sûriyê ya her welatiyekî ye û kî dixwaze veger dikare veger welat.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Wu8KlZnx0TQ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>