​​​​​​​Ciwanên Hesekê banga piştgiriya QSD‘ê kir

Hejmarek ciwanên Hesekê bang li ciwanan kirin ku piştgiriyê bidin QSD û cihê xwe di nava refên wê de bigirin.

​​​​​​​Ciwanên Hesekê banga piştgiriya QSD‘ê kir
21 kanûn, 2019   08:13
HESEKÊ – NESRÎN ELÎ

Ji destpêka Şoreşa Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê re di 19‘ê Tîrmeha 2012‘an de gelê herêmê xeta sêyemîn hilbijart û ji bo parastina herêmê, nasname û nirxên civakê hêzên parastinê Yekîneyên Partiya Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ava kirin. Piştre sazûmeya hêzên leşkerî hate guhertin û Hêzên Sûriye Demokratîk (QSD) hate ragihandin ku gelek kom û tugeyên ji herêmê di nav xwe de digire.

Pêkhateyên herêmê di oxira têkbirina rêxistinên terorîst de 11 hezar şehîd dane.

Gelek alî hewl didin bi hemû rêbazan ewlehiyê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibin û gel ji hêzên wê yê leşkerî dûr bixin. Girêdayî mijarê ciwanên ji bajarê Hesekê diyar kirin ku li pişta hêzên xwe ne û bang li ciwanan herêmê kirin ku tev li refên QSD‘ê bibin.

Ramî Îsa yê ji pêkhateyê Suryan got: "Hêzên Sûriye Demokratîk teror têk bir û nirxên gel parast. Em ciwanên Suryan piştgiriya xwe bi QSD‘ê re radighînin."

Îsa di berdewama axaftinan xwe de bal kişand ser navçeya Til Temirê ku piraniya niştecihên wê Asur in û binpêkirinên li dijî vê pêkhateyê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê û got: "Hewl didin gelê Suryan- Asur qir bikin. QSD‘ê pêkhateyê Suryan û Asur parast, li hemberî êrişên çeteyên dagirkeriya Tirk û beriya wê êrişên DAIŞ‘ê sekinin. QSD‘ê tekane hêz e ku me û tevahê gelên herêmê diparêze."

Ramî Îsa, bang li tevahî welatiyên Sûriyê kir ku tev li QSD‘ê bibin.

Jina ciwan a bi navê Tolîn Mûsa anî ziman ku ciwan hêz û pêşeroja gelan e û wiha domand: "Ji bo em gel û pêşeroja Bakur û Rojhilatê Sûriyê biparêzin divê ciwan cihê xwe di nava YPG, YPJ û QSD‘ê de bigire."

Tolîn got: "Em ciwan divê rola me di vê şoreşê de hebe. Divê em pişgiriya hêzên xwe bikin ku me parast û diparêze û li dijî êrişên Tirkiyê bisekinin.

Ehmed El-Ecûr ê ji pêkhateyê Ereb ji aliyê xwe de got: " QSD‘ê mînaka piraniya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji hemû ol û mezheban pêk tê û di nav xwe de nirxên mirovî de hildigire, di şerê wê yê li dijî terora cîhanê DAIŞ‘ê rêzdariya cîhanê girtiye."

El-Ecûr wiha domand: "Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê di pêvajoyeke nazik re derbas dibe, nexazim piştî êrişên Tirkiyê û çeteyên wê û dagirkirina beşên ji xaka xwe. Ji ber vê yekê divê em ciwan parastina gelên herêmê bikin."

Ehmed El-Ecûr di dawiya axaftina xwe de got, divê erka herî mezin di vê pêvajoyê de bike ser milê ciwanan, ji ber ku pêşeroja gelan e û divê piştgiriyê bidin QSD‘ê.

(bb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/zEprnd-8aFI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>