Hessan Diyab ji bo avakirina hikumeta nû ya Lubnanê hate erekedarkirin

Serokê Lubnanî Mîşêl Ewn, Hessan Diyan ji bo avakirina hikumeta nû erkdar kir.

Hessan Diyab ji bo avakirina hikumeta nû ya Lubnanê hate erekedarkirin
19 kanûn, 2019   18:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî dazgehên çapemeniyê yên lubnanî, Diyab serdana serokkomar kir û rave kir ku ew erkê qebûl dike eger ev tişt aloziya welêt kêm bike.

Pergala Lubnanê li ser bingeha parvekirinên siyasî û mezhebî ava dibe. Piraniya caran beriya dema şêwiran pêk were, li ser navê serokê hikumetê yê sunî tê lihevkirin.

Di bin zexta tevgera gel a ku di 17`ê Cotmehê de destpê kiriye El- Herîrî di 29`ê Cotmehê de ji hikuemtê îstifa kir beyî ku serokek nû ji hikumetê re diyar bike.

Ji dema îstîfeya El-Herîrî ve, gelek nav ku cihê wê bigirin hatin vegotin, lê şansê Diyab ji hemûyan baştir bû. Ruxmî ku xwepêşendar wî red dikin ji ber ku wî wek şirîkê "Pergala fesadiyê" li welêt e.

(şx)