`Di vê pêvajoyê de yekitiya kurdî pêwîste`

Yekitiya Rewşebîran a herêma Cizîrê şaxê Dêrikê panelek têkildarî  yekrêziya kurdî û geşedanên dawîn li Sûriyê û Rojava lidar xist.

`Di vê pêvajoyê de yekitiya kurdî pêwîste`
`Di vê pêvajoyê de yekitiya kurdî pêwîste`
`Di vê pêvajoyê de yekitiya kurdî pêwîste`
`Di vê pêvajoyê de yekitiya kurdî pêwîste`
`Di vê pêvajoyê de yekitiya kurdî pêwîste`
`Di vê pêvajoyê de yekitiya kurdî pêwîste`
19 kanûn, 2019   18:13
QAMIŞLO

Panel li Navenda Dîcle ya Çand û Hunerê ya Dêrikê lidar ket. Bi dehan rewşenbîrên Dêrikê, Girkê Legê û nûnerên partiyên siyasî tev li panelê bûn.

Piştî deqeya rêzgirtin endamê buroya siyasî ya Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê Xebat Mihemed, nivîskar û endamê Yekitiya Rewşenbîran Diyab Hec Cemîl û endamê Partiya Yekitiya Demokratîk Nayîf Hesen axivîn.

Axaftvanan behsa destpêka tevgera gel a li Sûriyê kir û çawa ji xeta xwe ya rast derketiye. Piştî ku ji hêla hineka aliyan ve hate çekkirin ji bo ku ajandeyên xwe li Sûriyê pêk bînin.  Hate gotin ku di serî de artêşa Tirk a dagirker a ku desteka komên tundrew ji bo dagirkirina Sûriyê kir.

Her wiha destnîşan kirin ku îtîlafa Sûriyê sîwana siyasî ya komên çeteyan e yên ku hinek herêmên kurdî bi armaca dûrxistina gelê kurd, razîkirina hikumeta AKP`ê, guhertina demografiya herêmê û bicihkirina malbatên DAIŞ`ê li şûna şêniyên resen dagir kirin

Axaftvanan diyar kir ku di vê pêvajoya hesas û dijwar de ku gelê kurd tê re derbas dibe, yekitiya gelê kurd daxwazek gelê kurd e. Lewr a divê partiyên siyasî li ser masayekê rûnin û nîqaş bikin ji bo ku nêrîna kurdî bikin yek û nakokiyên partiyetî yên teng deynin aliyekê. Her wiha destkeftiyên gelê kurd biparêzin û bigihînin qadên navdewletî.

Her wiha fedekariyên Hêzên Sûriya Demokratîk, YPG û YPJ`ê ji bo parastina herêmê û şêniyên wê silav kirin.

Axaftvanan pesna banga fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Ebdî ji bo ku yekitiya refa kurdî dan.

Piştî bidawîbûna panelê deriyê nîqaş ji beşdaran re hate vekirin û pirsên wan hatin bersivandin.

(şx)

ANHA