Rêveberiya Xweser spasiya hikumeta Japonyayê kir

Buroya Karûbarên Mirovî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi nameyekê spasiya hikumeta Japonyayê kir ji ber îsiyatîfa wê ya pêşkêşkirina alîkariyan bilez ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê re. Her wiha metirsiyên xwe girêdayî rêbazê gihandina alîkariyan anî ziman.

Rêveberiya Xweser spasiya hikumeta Japonyayê kir
19 kanûn, 2019   19:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Navaroka nameya Buroya Karûbarên Mirovî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê wiha ye:

"Em spasiya we dikin ji ber însiyatîfa ku we pêşkêş kiriye. Ji bingeha bawerbariya me bi girîngiya rola Japonya di piştgiriya ewlehiyê de û sivikkirina asta aloziya mirovî ya gelên me dûbarekirina mîna vê însiyatîfê destnîşan dikin. Ji ber baldariya me ku însiyatîfa wê rola ku we jê dixwest pêk bîne, em hinek metrisiyên xwe bi we re parve dikin:

-Li gorî biryara Konseya Ewlehiyê ya "2169" ajansên NY`yê 30 hezar kamyonên alîkariyê di deriyên sînor ji Sûriyê re rêkirin. Para Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji wan alîkariyan di 2019`an de tenê 40 kamyon bûn.

-Miqdara pereyên ji beşê mirovî re hatiye diyarkirin 17000,000,00 dolar bû jê tenê 1000,000,00 dolar gihaşt Bakur û Rojhilatê Sûiryê.

-NY`yê hewl dide alîkariya bişîne herêmên Serêkaniyê û Girê Spî yên ku Tirkiyê dagir kirine. Ev jî metrisiyên  cidî ye ku hikumeta Japonyayê bê zanabûn rolek di rewakirina dagirkeriyê de û pêkanîna guhertina demografîk bilize ya ku em bawer in hûn red dikin.

Hikumeta Sûriyê ne tenê alîkarî ji koçberên herêmên Serêkaniyê û Girê Spî re pêşkêş nekirin. Lê belê ji wê zêdetir li gorî biryara bi hejmar 529 di dîroka 30/10/2019`an de  perspektîf dan buroya koordîneya karûbarên mirovî Otşa ku alîkariya koçberan di nav kampan de nekin."

Hikumeta Japonyayê bi rêya balyozxaneya xwe yê li Şamê ragihand ku ew ê alîkariyên bilez ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re rêke.

(şx)

ANHA