​​​​​​​Li Moskowyê li dijî Saziya Ewlekariyê êriş

Li Moskowyê ku paytexta Rûsyayê li dijî avahiya Saziya Ewlekariyê êrişeke bi guleyan hate kirin. Tê gotin ku kuştî hene.

​​​​​​​Li Moskowyê li dijî Saziya Ewlekariyê êriş
19 kanûn, 2019   17:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Gelek saziyên ragihandinê yên Rûsyayê di nav de Radoyaya "Dengvedana Moskowyê" ragihandin ku li nêzî avahiya Saziya Ewlehiyê ya Rûsyayê şer rû da.

Rojnameya "Izvestia" ku agahiyên xwe spartiya çavkaniyekî ragihand ku hejmarek endamên Hêzên Ewlekariyê  di êrişê de hatin kuştin. Her wiha şahidekî ji Reutresê re diyar kir ku polîstek hate kuştin.

Nûçegihanê Skynews Arabiya yê li Moskowyê ragihand ku 3 çekdaran gule avêtin avahiyekê nêzî Saziya Ewlehiyê û tê texmînkirin ku li cihekê nêzî wir de mane.