Xelkê Zorava nerazîbûn nîşanî girtina Mala Gel dan

Endamê Meclisa Rêveber a Mala Gel a taxa Zorava ya Şamê Mihemed Îbiş girtina Mala Gel ji aliyê rejîma Sûriyê ve şermezar kir û bang li rejîmê kir ku dest ji siyasetên xwe yên paşguhkirinê berde û Mala Gel veke.

Xelkê Zorava nerazîbûn nîşanî girtina Mala Gel dan
Xelkê Zorava nerazîbûn nîşanî girtina Mala Gel dan
Xelkê Zorava nerazîbûn nîşanî girtina Mala Gel dan
19 kanûn, 2019   17:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Xelkê taxa Zorava ya paytaxa Sûriyê Şam bi meşekê nerazîbûn nîşan girtina Mala Gel a taxê ji aliyê rejîmê ve dan.

Rêveberê Mala Gel Mihemed Îbiş got: "Me gelek caran hewl da li ser vê mijarê diyalogan bi aliyên têkildarî re pêk bînin, lê her car xwe dûr dixistin û digot ew ne vala ne û wê roja Yekşemê hevdîtinê bi me re bikin. Me xwe gihand gelek aliyên ser bi rêjîmê ve da ku sedema girtina Mala Gel nas bikin lê tu sedem diyar nekir. Em dizanin ku ev biryareke siyasî ye û delîlê ku rejîm bi zihniyeta xwe ya paşguhkirin û neqebûlkirina diyalogan ve girêdayî ye."

Îbiş destnîşan kir ku Mala Gel naveneke ji bo xizmeta şêniyan e û ne cihekî siyasî yan leşkerî ye û wiha domand: "Kiryarê girtina Mala Gel dûrî exlaqê civaka Sûriyê ye. Em di Mala Gel de banga jiyaneke aştiyane û civakeke ku bi biratiya gelan bijî dikin."

Îbiş anî ziman Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek caran diyar kiriye ku ew ji bo çareserkirian aloziyê bi rêbazên aştiyane û diyalogan amade ye, lê li beramberî wê rejîm ti niyetên xwe yên ji bo pêkanîna diyalogan diyar nekiriye û girtina Mala Gel dikeve vê çarçoveyê.

Endamê Meclisa Rêveber a Mala Gel a taxa Zorava ya Şamê Mihemed Îbiş girtina Mala Gel şermezar kir û bang li rejîmê kir ku ji biryara xwe ya girtina Mala Gel paşde vegere.

ANHA