Şêniyên Zorava li dijî rejîma Sûriyê xwepêşandanek li dar xist

Rejîma Sûriyê duh Mala Gel a taxa Zorava ya Şamê girt. Şêniyên taxê bi xwepêşandanekê kiryarên rejîma Sûriyê yên der heqê wan de şermezar kirin.

Şêniyên Zorava li dijî rejîma Sûriyê xwepêşandanek li dar xist
19 kanûn, 2019   12:15
ŞAM

Hêzên Ewlekariya Leşkerî yên girêdayî rejîma Sûriyê, duh Mala Gel a taxa Zorava li paytexta Sûriye Şamê ya piraniya şêniyên wê Kurd in, girt.

Ji bo şermezarkirina kiryarên rejîma Sûriyê yên li dijî şêniyan, xelkê taxê li pêşiya Mala Gel bi xwepêşandanekê nerazîbûna xwe der barê van kiryaran de nîşan da.

Çavkaniyan ji ajansa me re diyar kir ku bi dehan şêniyên taxê niha li pêşiya Mala Gel in. Li gorî çavkaniyan, hêzên rejîmê tu bersiv der barê pirsên gel ên sedema girtina Mala Gel de, nadin û tenê dibêjin "Perspekîf ji Buroya Ewlehiya Neteweyî hatiye. Ji ber vê yekê jî Mala Gel girtine."

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/3TDc8vXC9eQ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>