Serokê nû yê Cezaîrê sûnd xwar

​​​​​​​Serokê nû yê Cezaîrê Abdulmecîd Tebûn îro bi şahiyeke fermî li Koşka Umem li paytexta Cezaîrê, sûnd xwar.

Serokê nû yê Cezaîrê sûnd xwar
19 kanûn, 2019   12:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Abdullmecîd Tebûn (74) bi rêjeya ji sedî 58,13 di tûra yekem a hilbijartinan de ku di 12`ê Kanûnê de li dar ketin, bi ser ket. Abdulmecîd Tebûn piştî Abdulezîz Bûteflîqa yê ji ber zexta tevgera xwepêşandanan istîfa kir, bû serok.

Tebûn li gorî madeya 89`an a destûrê piştî sûnd bixwe dê dest bi erka xwe bike.

Piştî Tebûn bi ser ket soz da ku ew ê “rûpelên kevn bigire” û dest bi rûpelek nû di "komara nû" de bike bêyî ku tu aliyan dûr bixe.

(bx)