Gaveke nû… dewreyên taybet ji bo mêran hatin vekirin

Ji bo rûniştandina pîvanên neteweya demokratîk û pêkanîna wekheviya her du zayendan, Kongreya Star li bajarê Helebê wek gaveke nû dewreyeke fikrî ji bo rêveberên saziyên sivîl vekir.

Gaveke nû… dewreyên taybet ji bo mêran hatin vekirin
Gaveke nû… dewreyên taybet ji bo mêran hatin vekirin
Gaveke nû… dewreyên taybet ji bo mêran hatin vekirin
Gaveke nû… dewreyên taybet ji bo mêran hatin vekirin
Gaveke nû… dewreyên taybet ji bo mêran hatin vekirin
19 kanûn, 2019   12:11
HELEB- SOLÎN REŞÎD- HENAN MIHEMED

 

Ji bo şîrovekirina rola jinan di civakê de û pêkanîna wekheviyê di navbera her du zayendan de. Kongreya Star bi tevlêbûna 32 rêveberên saziyên sivîl ên bajarê Helebê, li Akademiya Civaka Demokratîk dewreyeke perwerdeyê vekir.

Dewreya perwerdeyê ya girtî di 5`ê Kanûnê de bi navê şehîd Fikrî Bay hate vekirin. Rêveberên saziyan, partiyên siyasî û serokên komînên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, tev li dewreya perweredeyê ku dê 15 rojan dewam bike, bûne.

Di perwerdeyê de, dê waneyên li ser civaka xwezayî, zayendperestî, dîroka jinan, pîvanên rizgariya jinan, jineolojî, kesayeta demokratîk û sîstema hevserokatiyê ji aliyê rêveber û endamên Kongreya Star ve, werin dayîn.

Der barê vekirina dewreyê de, endama Komîteya Perwerdeyê ya Kongreya Star Rûşîn Silêman wiha got: "Têgeha neteweya demokratîk ji perwerdekirina civakê dest pê dike. Niha dem hatiye ku bi rêya birêxistinkirina dewreyên perwerdeyê ji bo zêdekirina têgihîştina civakê û derbaskirina zîhniyeta baviksalar a hezar salan, her wiha naskirina fikrên rêber Abdullah Ocalan û pêkanîna wekheviya di navbera jin û mêran de di civakê de û rastiya jinan di dîrokê de, em rola xwe di civakê de bilîzin."

Endamê Rêveberiya Akademiya Civaka Demokratîk û yek ji beşdarên perwerdeyê, li ser girîngiya perwerdeyê û guhertinên ku di kesayeta wî de çêbûne wiha  got: "Ev perwerde ji bo guhertina kesayetan gaveke girîng e. Dê bandorên xwe yên erênî li ser civakê jî hebin. Her wiha dê karibe zîhniyeta baviksalar jî biguherîne. "

Endamê Komîna Şehîd Berxwedan a taxa Şêxmeqsûd Elî Misto, diyar kir ku ev perwerde xwedî girîngiyeke taybet e, ji ber ku Kongreya Star bi rêxistin dike. Misto destnîşan kir ku ev gav ya yekemîn e ji bo pêkanîna hevsengiyê di civakê de û naskirina cihê jinan û rola wan di civakê de.

Dê dewreyên bi vê rengî bi awayekî bi rêk û pêk ji zilaman re werin birêxistinkirin.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/3XnL-iRDA9w" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>