Artêş Tirk depo talan kirin û şênî di nava metirsiyê de ne

Li navçeya Eyn Îsayê piştî artêşa Tirk depoya Şergirakê dagirkir, aliyên têkildar tirsa qutbûna madeyên sereke yên wekî ard, dijîn.

Artêş Tirk depo talan kirin û şênî di nava metirsiyê de ne
Artêş Tirk depo talan kirin û şênî di nava metirsiyê de ne
Artêş Tirk depo talan kirin û şênî di nava metirsiyê de ne
Artêş Tirk depo talan kirin û şênî di nava metirsiyê de ne
Artêş Tirk depo talan kirin û şênî di nava metirsiyê de ne
19 kanûn, 2019   05:35
EYN ÎSA

Li Eyn Îsayê 2 depoyên genim hene, yek li Mişrafet Eyn Îsa û yan din Şergirakê. Di her du depoyan de madeyên sereke yên wekî ard û ceh hene.

Di her du depoyan de nêzî 111 hezar ton genim heye û piştî ku sala derbasbûyî ji sedî 90 depoya Şergirakê hate sererastkirin, êdî dikare nêzî 100 ton hilgire. Di depoya Mişrafa ya Eyn Îsayê dikare 11 hezar ton genim hilgire.

Beriya ku komên çeteyan herêmê dagir bikin, karîna hilgirtina depoya Şergirak 120 ton bû û di sala derbasbûyî de Rêveberiya Xweser ji sedî 90 binesaziya depoyê bi lêçûna 124 milyon û 700 hezarî sererast kir.

Sala derbasbûyî komîteya aborî ya navçeya Eyn Îsayê li depoya Şergirakê  48 hezar ton genim û 50 hezar ton ceh hilgirt, li gel ku depoya Mişrafet Eyn Îsayê bi temamî hate dagirtin.

Li her du depo piştî genim dibine aşên Cefcefî û Sexrat ên ku beriya kantona Girê Spî were dagirkirin, pê ve girêdayî bûn. Ard'e ku ji vir tê bidestxistin didin kantonên Girê Spî, navçeya Eyn Îsayê û Minbicê.

Di 9 Kanûnê de artêşa Tirk depoya Şergirakê ku 12 km dikeve bakurê rojihlatî navçeyê dagirkir.

Çavkaniyan diyar kirin ku artêşa Tirk û çeteyên wê kamyon derbas kirin û tê pêşbînkirin ku dibe ji bo talankirina genimê depoyê û alavên tê de  ye, lewma aliyên peywendîdar ditirsin ku madeyên stratejîk qut bibin.

Berpirsê depoya Şergirakê  Şêx Mihemed Abdo diyar kir ku di depoyê de nêzî 16 hezar ton genim û 25 hezar ceh heye.

Her wiha Mihemed Ebdo bal kişand ser ku depoya navçeyê rojane 30 ton dide aşê nû yê navçeyê û li firnên gund û navçeyê belav dike.

Şêx Mihemed diyar kir ku çeteyan genimê depoya Şergirakê talan kirin û dempoya din kêm zêde bila têra 2 mehan dike. Hêjayî bibîrxistinê ku depoya Mişrafet Eyn Îsayê niha tenê 20 hezar ton genim lê heye.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/PcMQ5acaOoI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>