Dibistanên Kobanê bi êrişên Tirkiyê re rû bi rû mane, lê peroja xwendinê berdewam e

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber êrişên artêşa Tirk qada herî rastî zirarê hatiye, qada perwerdê ye, lê tevî kêm û kurtiyên xwe hîn jî xebata xwe berdewam dike.

Dibistanên Kobanê bi êrişên Tirkiyê re rû bi rû mane, lê peroja xwendinê berdewam e
Dibistanên Kobanê bi êrişên Tirkiyê re rû bi rû mane, lê peroja xwendinê berdewam e
Dibistanên Kobanê bi êrişên Tirkiyê re rû bi rû mane, lê peroja xwendinê berdewam e
Dibistanên Kobanê bi êrişên Tirkiyê re rû bi rû mane, lê peroja xwendinê berdewam e
Dibistanên Kobanê bi êrişên Tirkiyê re rû bi rû mane, lê peroja xwendinê berdewam e
Dibistanên Kobanê bi êrişên Tirkiyê re rû bi rû mane, lê peroja xwendinê berdewam e
Dibistanên Kobanê bi êrişên Tirkiyê re rû bi rû mane, lê peroja xwendinê berdewam e
19 kanûn, 2019   06:15
KOBANÊ-SAMIR OSMAN

Êrişên artêşa Tirk rasterast bandora xwe li proseya xwendinê kir, nexasim li herêmên nêzî sînorê Sûriyê-Tirkiyê, di vê derbarê de saziyên perwerde û fêrkirinê hewldanên pêşxistinê dike û tevî zor û zehmetiyan lê piraniya dibistanan pêşwaziya xwendekaran dikin.

Di encama êrişên artêşa Tirk de bi dehan dibistên nêzî herêmên sînor hatin girtin û hîn jî gelek dibistanên bejahiya rojavayê rojhilatê Kobanê ji ber xof û tirsa rûdana êrişan girtîne.

Li gel ku demsala zivistanê li pêşberî rêveberên serpereştiya qada perwerdeyê dikin pirsgirêkên nû vekir, ew jî piraniya dibistanan amadekariyên demsalê nekiribûn û alavên wekî derî, pencere û sobe li dibistanan tune ne.

Lê belê tevî rûdanên li herêmê saziyên serpereştiya qada perwerdeyê dikin, dibistan vekirin û pêşwaziya xwendekaran kirin, niha jî rewşa perwerdeyê baş derbas dibe.

Di vê derbarê de endamê rêveberiya giştî ya dibistanên li herêma Firatê Xalid Ceradê axivî û got, geşedanên di demên dawîn de nû dane, hişt ku kêmanî bikeve qada perwerdê.

Li gel ku hin dibistan nêzî sînor in û niha girtîne, di heman demê de hin dibistan ji aliyê artêşa Tirk ve hatin topbarankirin û hin jî çeteyên Tirkiyê kirin nuqteyên xwe.

Ji dibistanên ku ji ber topbaranê hatine girtin, dibistanên herêmên Serêkaniyê û Girê Spî ne û ji ber vê bi hezaran xwendekarên herêmên her du herêman ji perdewamkirina xwendinê bê par man.

Lê tevî jî li gundê Xerab Xel tenê odeyek heye û hîn ne temamkirî, dilopan dike, derî û pencereyên wê nayên girtin û pêşwaziya xwendekaran dikin.

Li gel ku hin gund qet dibistan lê tune ne, jixwe ew pirsgirêkeke kevn û derbasdar e, di heman demê de kadirên perwerdekirinê tune ne.

Di vê çarçoveyê de yadê Zehra Celal ya ji gundê Qerarîşk ê başûrê Kobanê wiha tîne ziman, dibistan li gund tune ne û wan aliyên peywendîdar agahdar kirine, lê hîn bersiv nehatiye.

Yadê Zehra diyar kir ku gundê Îtoyaran 4 km dûrî gundê Qerarîşk e lê nêzî 60 xwendekar, da ku xwendina xwe berdewam bikin diçina gundê Îtoyaran.

Têkildarî dibistanên ku pêwîstiya wan bi sererastkirinê hene, Xalid Ceradê wiha anî ziman, di vê derbarê de rêveberiya giştî ya komîteyê komîteyek ava kir û dê di demeke nêz de dest bi sererastkirina dibistanan bike.

Hêjayî bi bîr xistinê ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê proseya perwerdeyê di 15 Îlonê de hate vekirin û Desteya Perwerde û Fêrkirinê li herêma Firatê 478 dibistan li Kobanê û li Girê Spî jî 426 dibistan vekirin.

Lê dema artêşa Tirk di 9 Cotmehê de êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, kantona Girê Spî dagirkir û proseya xwendinê hate sekinandin.

Di vê derbarê de Desteya Perwerde û Fêrkirinê wiha diyar kir, ji ber êrişên artêşa Tirk ên li dijî kantona Girê Spî 16 dibistan hatin girtin.

Her wiha li Kobanê heta 25 rojan jî zarok pêşwazî netikirin, lê piştî agirbest hate ragihandin dibistan dîsa hatin vekirin, di heman demê de li Kobanê ji ber koçber li 42 dibistan bi cih bûn, nehatin vekin û hin dibistan jî nêzî sînor in û malbat newêrin zarokên xwe bişînin xwendinê.

Beriya ku artêşa Tirk êriş bike, Desteya Perwerdê serjmariya xwendekarên beşdarî sala xwendinê ya li kantona Kobanê bûne ragihand û got, 56 hezar û 800 xwendekaran navên xwe tomar kirine, li gel ku hejmara mamosteyan jî gihaşt 26 hezar û 28 mamsoteyî.

Di heman demê de Desteya Perwerdeyê diyar kir, ku mamoste Mihemed Dirêyî û Rebîa Îsmaîl li Girê Spî di encama topbarana artêşa Tirk de şehîd bûne.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/qIGNy_03DKc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>