Evîn Cuma: Divê "Artêşa Watanî ya Sûrî" bikeve lîsteya terorê

Hevseroka Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cuma diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê sûpcên şer pêk anîne. Her wiha bang kir ku çeteyên artêşa Tirk a dagirker ên Artêşa Watanî ya Sûrî têkevin lîsteyên terorê yên navneteweyî.

Evîn Cuma: Divê "Artêşa Watanî ya Sûrî" bikeve lîsteya terorê
19 kanûn, 2019   05:20
HESEKÊ-HENAR IBRAHÎM

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê qanûnên navdewletî û lihevkirinên agirbestê li herêmê binpê dikin. Di encama êrişa Tirkiyê de li ser herêmên Bakur û Sûriyê bi sed hezaran sivîl koçber bûn. Koçber banga vegera warê xwe bi dabînên navneteweyî dikin. Her wiha bang dikin ku çeteyên Artêşa Tirk a dagirker têkevin lîsteya terorê.

Derbarê mijarê hevseroka Rêxistina Mafên Mirovan a herêma Cizîrê Evîn Cuma destnîşan kir ku êrişên Tirkiyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû sedema kuştina bi hezaran û koçberkirina bi sed hezaran.

Rapora Karûbarên Rêxistinên Mirovahiyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê behsa hejmarên trajedîk girêdayî zirarên giştî û mirovî kirin ên ku di encama êrişa Tirkiyê de pêk hatine. Herî kêm 478 sivîl hatin kuştin, hezar û 70 birîndar bûn, 300 hezar malbat koçber bûn û 810 dibistan hatin girtin.

Evîn Cuma destnîşan kir ku pêla koçberiya bû sedema kirîzek mirovî. Tevahiya koçberan bi hewcedariya alîkariyên mirovî yên bi lez in. Ji ber ku li cem wan pêdiviyên rojane tune ne û wiha domand: "Ruxmî rewşên koçberan ên kerastî lê rêxistinên mirovî heta niha tu alîkarî pêşkêş nekirine."

Çeteyên alîgirên artêşa Tirk a dagirker ên "Artêşa Watanê ya Sûrî" gelek sûcên şer li dijî şêniyên herêmên Serêkaniyê û Girê Spî yên ku dagir kirine pêk anîn. Di nav de bûyera qetilkirina sekretera giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hevrîn Xelef, parêzvanên wê tevî kadroya tenduristiyê ya Heyva Sor a Kurd.

Evîn di nav gotinên xwe de destnîşan kir ku ew wek rêxistinek ji komek çalakvanên hiqûqî pêk tê, van halet û binpêkirinan belge dikin û got: "Em rewşa qanûnî ya koçberan dinirxînin. Ji bo ku giliyên wan bigihînin dadgehên navneteweyî, daxwaza mafên wan bikin û wan vegerînin malên wan."

Evîn bang kir ku koçber vegerin warên xwe, binpêkirinên li dijî sivîlan têne kirin bi dabînên navneteweyî rawestin û got: "Divê her kesê sûcên şer li dijî sivîlan pêk tine were darizandin."

Di dawiyê de hevseroka Rêxistina Mafên Mirovan a Cizîrê Evîn Cuma bang li dewletên cîhanê û rêxistinên mafên mirovan kir ku alîkariyê ji koçberan re pêşkêş bikin, çeteyên artêşa Tirk a dagirker ên "Artêşa Watanî ya Sûrî" ji ber komkujiyên pêk anîne, têkin lîsteyên terorê yên cîhanî.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/xIH8umuyrFM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>