Ji bo şehîdên Berxwedana Serdemê merasîm

Li Şehbayê ji bo şehîdên Berxwedana Serdemê merasîmeke xiyabî hate lidarxistin.

Ji bo şehîdên Berxwedana Serdemê merasîm
Ji bo şehîdên Berxwedana Serdemê merasîm
Ji bo şehîdên Berxwedana Serdemê merasîm
Ji bo şehîdên Berxwedana Serdemê merasîm
Ji bo şehîdên Berxwedana Serdemê merasîm
Ji bo şehîdên Berxwedana Serdemê merasîm
11 kanûn, 2019   15:33
ŞEHBA

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê merasîma eşkerekirina nasnameyên şervanên YPG`ê yên Reşîd Hese ( Bahoz), Xelîl Calo( Xabur) û Reşîd Xidir (Mezlûm Şêrawa) ku di qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bûne li dar xist.

Merasîm li qada Kampa Berxwedan a li navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê pêk hat.

Bi hezaran şêniyên herêma Efrînê di merasîmê de beşdar bûn.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Paşê bi navên Meclisa Malbatên Şehîdan endama rêveber Xedîce Elo, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Reşîd Efrîn û Meclisa Malbatên Şehîdan Behcet Ebdo axaftin hatin kirin.

Kesên axivîn, sersaxî ji malbatên şehîdan û gelên herêmê re xwestin û gotin fedekariyên şehîdên ji tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li pêşiya plan û xewnên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bûn bend, hişt ku raya giştî ya cîhanê piştgiriyê bide Berxwedana gelên herêmê.

Piştre endamê Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk nasnameyên şehadeta her sê şehîdan xwend û radestî malbatên wan kirin.

Merasîm bi berzkirina dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re û silavkirina Berxwedana Rûmet û Serdemê bi dawî bû.

(şx)

ANHA