QSD’ê gelek çek û cebilxaneyên şaneyên veşartî yên DAIŞ‘ê desteser kirin

Yekîneyên Dij-Teror ên QSD’ê bi operasyonek taybet li dijî şaneyên veşatî yên DAIŞ’ê gelek çete girtin û rêjeyek çek û cebilxane desteser kirin.

QSD’ê gelek çek û cebilxaneyên şaneyên veşartî yên DAIŞ‘ê desteser kirin
11 kanûn, 2019   14:29
NAVENDA NÛÇEYAN 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê têkildarî mijarê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: ”Yekîneyên me yên Dij-Teror, piştî şopandinek dirêj, li dijî komên ku ji bo şaneyên veşartî yên DAÎŞ’ê bi bazirganiya der-qanûnî amûrên lojîstîk, çek û cebilxane peyda dikirin operasyonek berfireh lidar xistin.

Hêzên me, xetên lojîstîk û cebilxaneyên DAIŞ’ê û endamên vê tora bazirganiyê kirin hedef ku çeteyan û alavên wan ên di êrîşên xwe yên terorî li ser gel bikar dianîn û di encam de ev tor hat berterefkirin. Gelek kesên ku tespît bû tevlî nav kar û barên miştexvaniyê bûne û hejmarek ji çeteyan hatin girtin.

Her wiha mîqdarek gelek mezin ji çek, cebilxane, amûrên pêwendiyê û dokûmanên rêxistinî hatin desteserkirin.

Bi operasyona serkeftî, pêşî li gelek êrîşên ku koma çete amade dikir hat girtin.”

ANHA