QSD`ê encama şer û berxwedana 48 saetên dawîn eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya QSD`ê bi daxuyaniyeke nivîskî encamên şer û berxwedana rojên 62 63‘emîn eşkere kirin.

QSD`ê encama şer û berxwedana 48 saetên dawîn eşkere kir
11 kanûn, 2019   13:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyanî Navenda Ragihandinê ya QSD`ê ya têkildarî encamên şer û berxwedana 48 saetên dawîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyê wiha ye:

 “Artêşa dagirker û çeteyên wê, di rojên 62 û 63`emîn ên êrîşên dagirkeriyê li ser Rojavayê Kurdistan û bakurê Sûriyê de li seranserê herêmê liv û tevgera xwe domand; li gelek qadan tevgera balafirên bêmirov berdewam bû û cih bi cih herêmên sîvîl bi dijwarî tên topbarankirin.

TIL TEMIR

Artêşa dagirker di her du rojan de bi sedan çeteyên xwe anîn herêmê û dest bi amadekariya êrîşên nû kir. Artêşa dagirker li derdora gundê Ûm El-Kêf topbaran pêk anî û di encamê de ziyanên madî gihîştin milkên sîvîlan. Artêşa dagirker her wiha bi balafirên bêmirov û çekên giran herêma gundê Til El-Werid bombebaran kir.

EYN ÎSA

Artêşa dagirker li gundên Kendalê û Çelebê yên ser bi herêma Qizelî ve bi çekên giran êrîş bir ser herêmên sîvîl. Her wiha malên gundiyan ên li gundên Erîda û Xirbet Faris rasterast ji aliyê artêşa dagirker ve hatin hedefgirtin.

Di encama êrîşên artêşa dagirker ên bi balafirên bêmirov de hevalekî me şehîd ket.”