Rêxistina Mafên Mirovan: Dewleta Tirk û çeteyên wê sûcên şer û qirkirina komî pêk tînin

Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Firatê diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên ji Sûriyê yên girêdayî wê, binpêkirinên ku digihîjin asta sûcên qirkirina komî, sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê li bakurê Sûriyê pêk tînin.

Rêxistina Mafên Mirovan: Dewleta Tirk û çeteyên wê sûcên şer û qirkirina komî pêk tînin
11 kanûn, 2019   13:47
KOBANÊ

Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Firatê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya Roja Mafên Mirovan a Cîhanê, îro daxuyaniyek ji raya giştî re parve kir.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku binpêkirinên Tirkiye û çeteyên wê pêk tînin, tevgereke navnetewî ya lezgîn pêwîst dike. Her wiha divê komîteyeke lêpirsînê ya navneteweyî der barê binpêkirinan de lêpirsînê veke û sûcdaran radestî Dadgeha Ceza ya Navneteweyî bike, ji bo ku ragihandina Roja Mafên Mirovan tenê wek qîrîn nemîne.

Endama Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Firatê Nisrîn Elî daxuyanî bi amadebûna hejmarek ji endam û aktîvîstên bajarê Kobanê, xwend.

Di daxuyaniyê de îşaret bi van xalan hate kirin:

“Tevî ku mafên mirovan li ser erdê tên binpêkirin, bi taybetî jî binpêkirinên ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên ji Sûriyê yên hevkarên wê li bakurê Sûriyê pêk tînin ku digihêjin asta sûcên qirkirina komî, sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê. Ev binpêkirin di dema dagirkirina artêşa Tirk û çeteyên wê ji bajarên Serêkaniyê û Girê Spî re, bi awayekî eşkere derket pêş çavan.

Her wiha qirkirina etnîkî û guhetina demografî bi rêya bi cih kirina Turkmenan û koçberên din ên ji gelek herêmên Sûriyê wek Xota, Idlib û Helebê, li herêmê. Heta niha zêdetirî 300 hezar kes ji şêniyên herêmê bi darê zorê hatin koçber kirin. Vê yekê keraseteke mirovî bi xwe re anî, nexasim bi hatine demsala zivistanê re ku barê Rêveberiya Xweser ku xwedî derfetên kêm e û piştgiriya navneteweyî jê re lawaz e, girantir kir. Her wiha 98 hezar koçberên ku li gelek kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dimînin, li herêmê bi cih bûne.   

Ji ber zehmetiya xwegihandina herêmên ku artêşa Tirk û çeteyên wê dagir kirine û asteng kirina rêxistinên hiqûqî û  ragihandina serbixwe ji bo ketina wan herêman, binpêkirinên naborî li gorî derfetên heyî hatine belge kirin.

 Hejmara qûrbaniyên ku jiyana xwe ji dest dan û birîndaran zêdetirî hezar û 321 sivîl e, her wiha bombebarana li ser sivîlên koçber ji Efrînê ku piraniya wan zarok in, di dîroka 2`ê Kanûna 2019 li Til Rifetê pêk hat, ê herî bi tirs di nav van binpêkirinan de ye.

Ev binpêkirin divê tevgereke navneteweyî lezgîn ji bo rawestandina wê hebe, her wiha divê xebat bê kirin da ku komîteya lêpirsînan a navneteweyî lêpirsînan di van binpêkirinan de bike û sûckaran pêşkêşî dozgeriya navneteweyî bê kirin, da ku Ragihandina cîhanî ya Mafên Mirovan ne tenê qêrînekî li kendalekî de be û sûckar li ser tiştên ku kirin, bên darzandin.”

(cx)

ANHA