Piştî gera Astanayê... Rûsyayê bertek nîşanî lûtkeya ku dê li Stenbolê pêk bê, da

Piştî bidawîbûna gera Astanayê, nûnerê serokê Rûsyayê yê taybet li Sûriyê Aleksander Lavrentiev êrişî lûtkeya çaralî kir ku dê serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li Stenbolê li dar bixe û piştrast kir ku dê tu encamên guncaw bi tunebûna Rûsyayê jê dernekevin.

Piştî gera Astanayê... Rûsyayê bertek nîşanî lûtkeya ku dê li Stenbolê pêk bê, da
11 kanûn, 2019   13:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Aleksander Lavrentiev îro di civîna çapemeniyê ya gera 14’emîn a civînên Astanayê ya li paytexta Kazaxistanê Nûr Sultan pêk hatiye de wiha got: "Divê Rûsya bi her awayî beşdarî lûtkeya çaralî bibe. Da ku pirsgirêkên girêdayî çareserkirina Sûriyê nîqaş bike. Ji ber ku Rûsya lîstikvanê sereke li qada Sûriyê ye û têkiliyên wê yên baş bi hikumeta Sûriyê re hene."

Lavrentiev wiha da zanîn: "Heke Rûsya tune be, dê encam ne girîng bin. Ya rast jî dê encamên erênî ji vê kongreyê dernekevin."

Berê serokkomarê Tirkiyê der barê civîna ku bi serokên Fransa, Brîtanya û Almanyayê re li dar xistiye, piştî lûtkeya NATO’yê ya vê mehê, gotibû dê li Stenbolê bi heman şêweyî lûtkeya duyemîn li dar bikeve.

(fr)