Di merasîma oxirkirinê ya şehîd Rêdûr Avareş de şêniyan soza şopandina rêya şehîdan da

Bi sedan şêniyên navçeya Til Temir û gundewarên wê cenazeyê şehîd Rêdûr Avareş oxir kir û soza şopandina rêya şehîdan da. Her wiha nasnameyên 2 şehîdan hatin eşkerekirin.

Di merasîma oxirkirinê ya şehîd Rêdûr Avareş de şêniyan soza şopandina rêya şehîdan da
Di merasîma oxirkirinê ya şehîd Rêdûr Avareş de şêniyan soza şopandina rêya şehîdan da
Di merasîma oxirkirinê ya şehîd Rêdûr Avareş de şêniyan soza şopandina rêya şehîdan da
Di merasîma oxirkirinê ya şehîd Rêdûr Avareş de şêniyan soza şopandina rêya şehîdan da
Di merasîma oxirkirinê ya şehîd Rêdûr Avareş de şêniyan soza şopandina rêya şehîdan da
Di merasîma oxirkirinê ya şehîd Rêdûr Avareş de şêniyan soza şopandina rêya şehîdan da
Di merasîma oxirkirinê ya şehîd Rêdûr Avareş de şêniyan soza şopandina rêya şehîdan da
Di merasîma oxirkirinê ya şehîd Rêdûr Avareş de şêniyan soza şopandina rêya şehîdan da
11 kanûn, 2019   13:39
HESEKÊ

Şêniyan cenazeyê şehîd Beşdar Çîço (Rêdûr Avareş) şervanê QSD`ê ku di hemleya Berxwedana Rûmetê de şehîd bûbû, ji pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan wergirt û ber bi goristana şehîdan a navçeya Til Temirê ve ketin rê.

Li goristanê merasîmê bi toraneke leşkerî ji aliyê şervanên QSD û YPJ`ê ve dest pê kir. Paşê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Temirê Silêman Nohî axivî û wiha got: "Em li ser rêya şehîdan in, em nahêlin ku xwîna şehîdan vala biçe. Divê em bi her awayî parastina welatê xwe bikin da ku em jiyana hevbeş di nav gelên herêmê de pêk bînin."

Her wiha bi navê hêzên leşkerî Zayîd Til Temir axivî û wiha got: "Em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin, şehîdên me ji bo pêkanîna azadiyê şehîd bûn."

Zayîd diyar kir ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê şerê hêzên ku teror têk birin, dikin û her wiha hewl didin çeteyên DAIŞ`ê vejînin.

Paşê nasnameya şehîd ji aliyê endama Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Temirê Lîlav Hisên ve hate xwendin û radestî malbata wî kirin.

Her wiha di merasîman de nasnameyên 2 şehîdên din Fûad Silêman (Cûdî Serêkaniyê) û Tobil Nohî (Cigerjîn Mîtan) hatin ragihandin. Her du şervanên QSD`ê di hemleya Berxwedana Rûmetê de şehîd bûne.

(jo)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/MbtnAspPVDA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>