Dê li Lîbyayê li dijî Erdogan xwepêşandanan li dar bikevin

Gelek kom saziyên Lîbyayê bang kir ku roja înê li dijî dewleta Tirk û Erdogan xwepêşandanan li dar bixin.

Dê li Lîbyayê li dijî Erdogan xwepêşandanan li dar bikevin
11 kanûn, 2019   12:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Komeke welatiyên Lîbyayê û ‘Tevgera ji bo Lîbyayê’ bi daxuyaniyekê hevbeş bang kir ku roja înê xwepêşandanan li hemû bajarên rizgarkirî li dijî serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li dar bixin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ev yek tiştê herî kêm e ku ji bo parastina welat û şêniyên xwe bikin, her wiha destnîşan kirin ku ev xwepêşandan ji bo têkbirina dagirkeriyê û komployan e.

Her wiha daxuyaniyê diyar kir ku axaftina Erdogan ji bo dagirkirina Lîbyaye û armanca wî dubarekirina tiştê ku ajan û çeteyên wî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin, li Lîbyayê jî pêk bîne.

Hevpeymana ku Tirkiyê bi hikumeta El-Wîfaq bi serokatiya Fayîz El-Sîrac re mohr kir, aciziya herêmî û hundirîn çêkir, her wiha meclisa Lîbyayê diyar kir ku tiştê ku El-Sîrac kir, xiyaneteke mezin e.

(jo